Rêveberiya Xweser: Rapora Konseya Mafên Mirovan rastiyê nabêje

  • 14:12 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser tawanbariyên revandin, girtin an jî bikaranîna 'Eşbal El Xîlafe' yên di rapora Konseya Mafên Mirovan de derewandin û diyar kir ku "Deriyên kamp û girtîgehan ji her kesî re vekirî ne."
 
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser propagandayên li dijî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
 
"Bi salan e hîna dosyaya DAIŞ'ê, çekdar û malbat, zarok û jinan bê çare ye. Berpirsyariyên van girtîgeh û kampan, ruxmî bangên dubare ji bo ku civata navneteweyî berpirsyariya xwe li hember vê rewşê pêk bîne, hîna li ser milê Rêveberiya Xweser e. Li kêleka wê jî hin kedên sivik ên hin dewletên Koalîsyona Navneteweyî hene. Lê belê tu çareyên bingehîn ji vê dosyayê re pêşkêş nekirin da ku endamên DAIŞ'ê pêşkêşî edaletê bikin û di çarçoveya lidarxistina dadgehên navneteweyî yan jî karektarekî navneteweyî li herêmên me de werin cezakirin. Yan jî destek ji Rêveberiya Xweser re bê pêşkêşkirin ku kamp ji aliyên ewlehî, mirovî û fikrî ve bên birêxistinkirin.
 
Lê belê ji aliyê navneteweyî ve li hember vê dozê paşguhkirin û xemsariyek heye. Di encamê de astengiya ewlehî li van kamp û girtîgehan zêde dibe û ew cih bû cihê birêxistinkirina DAIŞ'ê bi xwe û zarok di jîngeheke tundraw de mezin dibin. Ev xetereyeke mezin li ser ewlehiya kampê, xebata rêxistinên sivîl û pêşeroja welatên wan ên resen çêdike, ji ber wê ji aliyê pratîk ve gefekê li ser îstîqrara kampan li gel jîngeha tundraw û derketina nifşê qaşo 'Eşbal El Xîlafe' çêdike.
 
Hin malbatên ber bi welatên wan ve tên şandin, Rêveberiya Xweser ji bo serxistina vê gavê tevahî derfetên xwe xistine xizmetê. Lê ev doz, doza şandinê derbas dike û divê planên demdirêj û piralî hebin ku ev doz were çareserkirin.
 
Dem bi dem rêveberiya kampan hin zarokên kêmî 18 saliyê re derdixe. Divê zarok di wî temenî de ji navendên perwerdekirin-ji nû ve amadekirinê re bên şandin ku ji hawîrdora tundrawiyê bên dûrxistin.
 
Propagandayên têkildarî revandin, girtin an jî bikaranîna zarokan ne rast û bê bingeh in. Bi taybet tiştê di rapora Konseya Mafên Mirovan a Navneteweyî de hatiye gotin dûrî rastî ye. Ji ber ku deriyên navendên perwerdekirin, kamp û girtîgehan ji piranî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî re vekirî bûn û raporên xwe li ser rewşa heyî amade kirin.
 
Ji aliyên navneteweyî tê xwestin ku bi erkên xwe yên li hember krîzên mirovî, aborî û ewlehî rabin û li dijî terorê tê bikoşin.
 
Rêveberiya Xweser hîna jî ji hêza xwe zêdetir ji bo mayîndekirina ewlehiyê li herêmê dixebite. Li ser vê bingehê nêzîkatî li hember girtîgeh û kampên tê kirin ku li wan deran endamên rêxistina terorîst û malbatên wan tên ragirtin. Rêveberiya Xweser xwedî plan û bername ye, ji civata navneteweyî destek tê xwestin ku ev yek pêk bê û bikeve xizmeta mirovahî û hemû aliyên ku girîngiyê didin têkoşîna li dijî teror û tundrawiyê.
 
Em ji raya giştî, NY'yê û saziyên hiqûqî re bi bîr dixin ku tiştên li ser Rêveberiya Xweser tên gotin, ne rast in. Girtîgeh, kamp û navendên perwerdekirinê yên li herêmên me, li pêş her kesî vekirî ne û berê jî gelek aliyan serdana van girtîgehan kiriye û rewş şopandiye."