‘Hem dereng hatin hem jî kon nadin’

  • 09:06 18 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
Sema Çaglak
 
DÎLOK - Erdhêjzedeyên ku li Cebellînûrê bi derfetên xwe kon vekirin behsa tiştên ku jiyane kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku hem dereng hatine alikariyê hem jî ew di şert û mercên dijwar de neçar hiştine.
 
Di 6'ê Sibatê de li Mereşê erdhej pêk hat û vê yekê bandoreke gelekî mezin li 10 bajaran kir. Ji roja ewil de ye gel bi derfetên xwe hewl dide ku birînên xwe bi xwe bipêçe. Yek ji van bajaran jî Dîlok bû. Li Dîlokê zêdetir navçeyên Îslahiye û Cebelînûr(Nurdagi) zerareke mezin dîtin. Li herdû navçeyan AFAD du roj piştre çû herêmê. Ji ber derengmayînê gelek welatiyan di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan û yên mayî jî 2 rojan li derve di şert û mercên zivistanê de man. Ji gelek welatiyan re kon nehat dayîn û welatiyan bi xwe birînên xwe pêçan. Erdhêjzedeyên ku li Cebellînûrê bi derfetên xwe kon vekirin behsa tiştên ku jiyane kirin.
 
‘Em 16 kes di konekî de dimînin’
 
Elîf Yîtmez di erdhêjê de bav, xwişk û du xwarziyên wê jiyana xwe ji dest dane. Elîfê, diyar kir ku ji wan re kon nehat dayîn û wan bi derfetên xwe kon vekirine û wiha axivî: “Di roja ewil a erdhejê de tu kes nehat alîkariya me. Roja duyemîn hatin, lê kar hêdî bû, me duh cenazeyê xwe ji binê xirbeyan derxînin û îro defin kirin. Hefteyek e erdhejek heye, em 16 kes di konî ku me bi xwe veda de dimînin. Mala xwîşka min wêran bû, xwezî mirovên li hundir sax bimane û em tenê bi cil û bergên xwe bimana. Ji ber ku bi rojan e em nikarin xwe bişon. Ger konteynir bida wê baş bûya. Ji ber ku av nayê em nikarin lavaboyan bi kar bînin. Ger konteynir hebe, em ê bixwe xwarinên xwe çêkin, em ê bikarin hewcedariyên xwe pêk bînin, em nikarin li vir tiştek bikin. Li vir  em di nav axê de dimînin.”
 
‘Herder hilweşiya’
 
Elîfê, anî ziman ku li navçeyê welatî ji neçarî koçber dibin û welatê xwe diterikînin. Elîfê, got: “Kesên jiyana xwe ji dest dan êdî venagerin, lê em dixwazin ji bo kesên ku xaniyên wan wêran bûne xanî bên avakirin. Heke wisa nebe dê her kes ji vir hêdî hêdî koç bike. Ji ber ku cîhek lê bimînin tune ye. Herdera gund wêran bûye. Xeta vayê di vir re derbas dibe, rê bû du perçe û herder hilweşiya.”
 
‘Piştî 2 rojan cenaze hatin derxistin’
 
Medîne Kanmaz jî daxuyand ku xaniyê tê de dima stûnên wî şikstî bûne lê dîsa jî xwediyê xanî daye wan bi kirê. Medîne, got: “Ji bo me tişta herî dijwar ew bû ku em di xewê de bi erdhejê re rûbirû man. Dema erdhej çêbû, kesî nizanîbû çi bike, her kes bi lez derket derve. Derence ket ser min û ez li wir mam, heta ku min sakoyê xwe li xwe kir. Wê demê zarokên min li ser banî bûn û meraqa min dikirin. Paşê zarokên min min ji wir derxistim. wê rojê her kes li kolanan bû, baran û berf dibariya, em heta sibê li ser kursiyan rûniştin. Em çûn nexweşxaneyan û me cih nedît. Biraziyê min di erdhejê de jiyana xwe ji dest da, lê bêyî destûra dozger û bê otopsiyê nehiştin em wî bibînin. Piştî 2 rojan me karî cenazeyê xwe bibînin. Ger li ser bifikirîn, divê destûra rûniştinê nedin van xaniyên xirab. Mala ku ez tê de me 30 salî ye, gotin sitûna avahiyê şikestiye, lê xwediyê malê tevî vê yekê jî daye me. Em kon li dora kursiyan datînin û li wir radizên. Me konek din xwest, lê ji ber ku ji me re gotin na, em neçar dimînin ku bi vî bi vî rengî bimînin. Dema em dibînin ku cenaze ji bin xirbeyê derdikevin, dilê me dişewite, em di rewşek pir xirab re derbas bila tu kesê din vê nebîne.”
 
‘Hem li Sûriye hem jî li vir xizmên me mirin ’
 
Herî dawî jî Rûa Silo axivî û daxuyand ku hem li vir û hem jî li Sûriyeyê xizmên wan jiyana xwe ji dest dan û got: “Dema erdhej çêbû, em gelekî hejiyan, pêşî me nexwest em derkevin derve, piştre dema birayê min gazî me kir em hemû derketin derve, lê nayê bîra min em çawa derketine. Dema em derketin derve, me nizanîbû em ê çi bikin û bi ku ve biçin. Bi rojan em daxwaza konan dikin, lê dibêjin her roj dê sibê bidin me û nadin. Ji ber ku em cemidîn, bavê min bi serê xwe çû û konek kirî. Lê ceyran û av tune ye, ji ber ku sobe tune ye em nikarin germ bikin. Jiyana li vir di van konan de pir zehmet e, bi rojan e em nikarin xwe bişon ji ber ku serşok tune ye. Me xwest em ji vir herin lê me erebe nedît. Me xwest em mala xwe bar bikin Îzmîrê, lê ji bo wir 12 hezar pere xwestin, rewşa me ne baş e û pereyê me tune ye. Ji malbata me 11 kes mirin, gelek hevalên min mirin, niha em nizanin em ê çi bikin. Li Sûriyê î erdhejek çêbû, em ji ber wê gelek xemgîn bûn.”