Ji bo zarokan divê hawirek bi ewle bê amadekirin

  • 09:03 18 Sibat 2023
  • Rojane
 Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Psîkolog Pinar Akdenîz da zanîn ku ji ber erdhêjê  ji bo tenduristiya zarokan divê şertên jiyana bi ewle bên avakirin û divê xebateke psîko-civakî ya demdirêj ku tê de STK û rêxistinên pîşeyî hene pêk bê. 
 
Piştî du erdhêjên navenda wan Mereş bû li 10 bajaran hilweşînên mezin pêk hatin û xebatên rakirina kavilan didomin. 
Bêguman yên herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Endama Komeleya Şêwirmendiya Psîkolojîk a Tirk Psîkolog Pinar Akdemîr ku şêwirmendiya zarok û ciwanan dike axivî.
 
Pinarê da zanîn ku tişta herî girîng ya divê ji bo zarokan bê kirin, avakirina hawirek bi ewle ye û got: “Hinek zarok naxwazin biçin bajarên din. Bajarên diçin jî pê bawer nakin. Fikarên windahiya malbat, heval, dibistanan heye. Ji ber vê jî xwe aydê wan herêman hîs nakin. Ji ber wê peywir dikeve ser milên me. Divê bi koordînasyon xebatek bê meşandin. Divê zarok ji xizmetên perwerde û tenduristiyê sûdê bitgirin. Divê xwe bi malbatên xwe re ewle hîs bikin.”
 
‘Divê tora piştevaniyê bê berfirehkirin’
 
Pinarê destnîşan kir ku divê bi zarokên li herêma karasetê û zarokên ji herêmê derketine û çûne bajarên din xebatên psîko-civakî bên kirin û di bûyerên travmatîk yên civakî yên berê de jî li Stenbol,Enqere, îzmîr û Amedê torên piştevaniyê ava kirine . Pinarê wiha domand: “Di vê torê de Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Komeleya Psîkiyatrî, Komeleya Psîkologên Tirk, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Pêşîgirtian Îstîsmara Zarokan tê de bûn. Divê di vê pêvajê de tora vê piştevaniyê bê mezinkirin. Divê baro, komleeya piştevaniya psîkolojîk têde cih bigire. Divê STK, psîkolog, şêwirmendên psîkolojîk tevli bibin. Hewcedarî bi rêxistin û Saziyên Civaka Sivîl  (STK)’ heye.Divê rêxistinên pîşeyî jî protokolan amade bikin. Dema tora xwe berfireh dikin divê protokolên fermî bên amadekirin.”