‘Divê gel li dijî êrîşan rabe ser piyan’

  • 09:02 18 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
SÊRT - Dayika Mizgîn Nuda Koçer (Asya Taşçi) ku di şerê Sûrê de jiyana xwe ji dest da Mewlûde Taşçi, destnîşan kir ku ew çiqas aştiyê dixwazin jî bersîva wan bi şer tê dayîn û got: “Bila gelê me li dijî êrîşan dest bide destê hevdû û dev ji doza xwe bernede. Divê gelê Kurd  xwedî li doza zarokên xwe derbikeve û li dijî vî şêrê qirêj yekitiya xwe ava bike.”
 
Li Kurdistanê ku piştî avakirina komarê û vir de êrîşên li ser gelê Kurd bê navber berdewam kirin.  bi taybetîi d, dawiya sala 2015 heta nêzî dawiya 2016'an bi destê Dewleta Tirk li bajarên Kurdanê êrîşek topyekûn hate destpêkirin û êrîşên delweta Tirk niha jî li çar hêlên Kurdistanê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de bi dehan caran li qadên Parastinê ên Medyayê çekên kimyewî hatin bikaranîn. Her wiha gelek caran sîvîl hatin hedefgirtin û bi cûrbecûr polîtîkayên taybet tunekirina deskeftiyên gelê Kurd tê armanckirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vî şerî hem ji aliyê sîyasetmedar, hunermend, ronakbir, sazî û rêxistinên sîvîl hem jî ji aliyê malbatên girtî û malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane dewam dikin.
 
Mewlûde Taşçi(44) jî yek ji van malbatan e ku keça wê Mizgîn Nûda Koçer(Asiye Taşçi) di 19'ê Sibata 2016'an de şerê Sûrê de jiyana xwe ji dest daye û di heman demê de yek ji malbatek girtiyan e. Mewlûde derbarê êrîşên dewleta Tirk û têkoşîna keça xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Asya li dijî zilma li ser gelê xwe bêdeng nema’
 
Mewlûde bi eslê xwe koçer e û dayika 8 zarokan e. Zaroka wê ya herî mezin Mizgîn Nûda ye ku di pêvajoya qedexeya derketina derve ya Sûrê de jiyana xwe jidest da ye. Mewlûde, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta keça xwe û destnîşan kir ku keça wê ji Gelê Kud re mîrateyek berxwedanê hiştiye û got: “Asya li Meletiyê zanîngeh dixwend. Ji qedandina zanîngeha wê re 2 meh mabû lê zanîngeh terikand û tevlî tevgerê bû. Heta dawiya şerê Sûrê li ber xwe da û li wir şehîd bû. Dema lı zanîngehê bû jî gelek caran hatibû girtin. Têkoşîna wê jî zext û êrîşên li ser jinê bûn. Zêdetir li ser azadiya jinê xebat dikir. Zilm qebûl nedikir, hem li ser jinê hem jî li ser gelê xwe ji zilmê re bêdeng nedima. Hêrsa wê ya mezin li dijî teşhîrkirina bedenên jinan bû. Gava bedena Ekîn Wan li Mûşê hatibû teşhirkirin ji wê bûyerê gelek bi bandor bibû. Hêrs û têkoşîna xwe mezintir kir. Ji ber wê di nav çalakiyan de cihê xwe girt. Gava şer dest pê kiribû hayê me ji keça min tune bû. Bi mehan me agahî nekarî jê bigirin. Piştî ku şer qediya me navê wê di nûçeyan de dît. Cenazeya wê 20 rojan di morgê de hiştin. Piştre bangî me kirin û em çûn Amedê cenazeyê wê anî.”
 
‘Em kengî dibêjin aştî ew dibêjin şer’
 
Mewlûde, anî ziman ku dewleta tirk dixwaze bi van şer û êrîşan Gelê Kurd xelas bike û got: “Zexta li ser malbata min ji gelek demên berê de hebû. Wê demê bi ser mala bavê min de digirti û wêran dikirin. Bi şeve tim operasyonan li dijî malbata me dikirin. Me di wê demê de gelek zilm û êş kişand.  Wê êş û zilmê li ser zarokên me jî berdewam kir. Em jî vê zilmê qebûl nekirin. Dewleta Tirk tu carî adîl tevnegeriya ye. Em çiqa dibêjin aştî ew dibêjin şer. Li gel ewqas kuştin jî hina dilê wan rehet nabe. Li ser kurd bi caran di komkujıyê re hatin derbaskirin. Dixwazin kurdan xelas bikin. Lê kurd xelas nabin. Em ê hertim zêdetir û mezintir bibin. Heta ku em sax bin jî em ê têbikoşina xwe bidomînin û li pey doza xwe û a  zarokên xe bin. Bila dewlet nebêje em ê wan biqedînin. Çiqas alavên wê yên şer zêde hebin jî rastiyekê me ya heqîqetê heye.”
 
‘Zextên li ser girtiyan parçeyek ji vî şerî ne’
 
Mewlûde di heman demê de yek ji dayikên girtiyan e. Kurê wê Zahîr Taşçi(26) ji sala 2015’an wêde girtî ye. Li Zahîr 12 sal û 6 meh ceza hatiye birîn lê belê hê cezayê wî neqediyaye dîsa 12 sal ceza lê hatiye birîn. Mewlûde, diyar kir ku zextên li ser girtiyan jî yek ji parçeyek vî şerî n û got: “Di pêvajoya şer de li ser ciwanan gelek operasyon dihatkirin û wan binçav dikirin. Kurê min jî di nav wan de bû.  Kurê min nehat berdan. Polîsan kurê min ji xwe re astengiyek didîtin. Gelek zext li wan tên kirin û mafên wan tên binpêkirin. Divê hemû gel dest bidin hevdû û hem ji bo girtiyan hem jî ji bo zilma li ser kurdan rabin ser piyan. Li girtiyan poşmanî tê ferzkirin, ji bo ku poşmaniyê qebûl nakin girtiyên ku cezayê wan xelas bibe jî infaza wan dişewitînin.”
 
‘Divê gel rabe ser piyan’
 
Mewlûde, destnîşan kir ku divê gelê Kurd tîfaqa xwe pêk bîne û rabin ser piyan. Mewlûde, got: “Divê gel li ber xwe bide. Heta ku em nebin yek em nikarin xwe ji vê zilmê rizgar bikin. Jixwe kengî ku dikevin tengasiyê li ser kurdan planan çêdikin û şer didin destpêkirin.  Di nav kurdan de bi destê sixûr, cerdevan, şêx û eşîran alozî pêk tînin. Heke kurd xwedî li rûmet û nirxên xwe yên kurdeyatî derketina wê ewqas li ser kurdan plan û listikên qirêj pêk nedihata. Dewleta Tirk bi kurdan nikare û dê nikaribe. Bila hemû gelê me dest bide destê hevdû û dev ji doza xwe bernede.. Gelek ciwan û zarokên me ji bo azadiya Kurdîstanê canê xwe feda kirin û berdelên giranbûha dan. Divê em xwedî li doza zarokên xwe derbikevin û li dijî vî şêrê qirêj yekitiya xwe ava bikin.”