Hejmara zarokên bê refekat hezar û 589 e

  • 20:25 17 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara zarokên ji herêma erdhêjê rakirine nexweşxana û malbatên wan tunene wek hezar û 589 hat aşkerakirin.
 
Cigirê serokomar Fuat Oktay, der barê zarokên ku piştî erdhêja navenda wê Mereş bû, bê refekat mane, yên teslîmê malbatê hatine kirin û yên li malên hezkirinê hatine bicihkirin de agahî da. 
 
Fuat Oktay da zanîn ku hejmara zarokên piştî erdhêjê rakirine nexweşxanê û bê malbat mane hezar û 589 e. Her wiha hat gotin ji van 953 heb teslîmê malbatê hatine kirin û hezar û 342 nasnameyên wan hatine diyarkirin, yên mane 247 tespîtkirina nasnameyên wan didomin.