‘Ji bo tespîta xesarê divê em bimrin’

  • 19:11 17 Sibat 2023
  • Rojane
HATAY-  Yek ji bajarê ku herî zêde ji erdhêjê bandor bû Hatay bû. Li Hatayê wezaretê diyar kir ku  li taxên mirin tune wê xebatên tespîta xesarê neyên kirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku ji bo tespît bê kirin divê em bimrin gelo.
 
Yek ji bajarên ku erdhêjê bandorek lê kir Hatay bû û hîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane tam nehatiye tespîtkirin. Tê gotin ku hîna bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li gorî rapora Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya xesarê li Hatayê ji 29 hezar û  352 avahiyê bi 106 hezar û 930 hebî re xebata tespîta xesarê hatiy ekirin. Wezraetê diyar kiribû ku li taxên mirin tune wê xebata tespîtê neyê kirin. Yek ji van taxan jî taxa Dursunlu ye.
 
Welatiyan bertek nîşanê biryarê dan û diyar kirin ku ew bi derfetên xwe niha di konan de dijîn.
 
Welatiyekê da zanîn ku xaniyê wan zirarek mezin dîtiye û wiha got: “Dibe mirin tunebe. Lê xanî deriziye. Hilweşîn hene. Alavên me hemû têk çûn. Ev hefteyeke em li devrene. Zarokên me nexweşên me hene. Bila bên bibînin.”
 
‘Gelo divê em bimrin’
 
Welatiyek din jî berteka xwe wiha anî ziman: “Her derê xaniyê me deriziye. Ji bo em tespîta xesarê bê kirin gelo divê em bimrin. Mantikek wisa heye gelol. Em nizanin niha çi bikin. Em perîşan bûne. Em nikarin bikevin malên xwe. Gelo ev çi nêzîkatiye.”