Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

  • 14:19 17 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome. Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî darvekirina xwepêşaneran careke din daket kolanan.
 
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 5 meh e dewam dike. Duh bi şev jî bi hezaran kes li dijî desthilata Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin kolanan
 
Dewleta Îranê heta niha 4 xwepêşandên (Muhsîn Şîkarî, Mecîd Reza Rehnewerd, Mûhammed Mehdî Keremî û Seyîd Mûhammed Huseynî) bi dar ve kirine.
 
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê herî kêm 110 xwepêşander bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.
 
Di çilrojiiya Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisênî de, çalakvanên civaka sivîl xwestibûn li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin. Divê çarçoveyê de duh bi şev li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan û li ser rêyan agir pêxistin.
 
Li gelek herêmên bajarê Tahranê; Sadqiye, kolana Setarxan, Arya Şehir, Hef Hewiz, Naremk, Bulvar Fîrdews, kolana Şerîet û gelek cihên din, welatî daketin kolanan û meşiyan, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin û nerazîbûna xwe dijî desthilata nîşan dan.
 
Li bajarên Meşhed, Esfehan, Erak, Kerec, Êze û gelek bajarên din jî meş û çalakî hatin lidarxistin.