Girtiya nexweş Hazîne Alçi 24 sal in girtiye

  • 09:03 17 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya nexweş Hazîne Alçi bi protezê dijî û 24 sale girtiye, ji ajansa me re peyamek şand û got divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.
 
Hazîne Alçi ji Hezex a Şirnexê ye û girtiya PKK’iye. Hazîne di 1999’an de dema 25 salî bû ji Ermenîstanê teslîmê Tirkiyê hat kirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê Hazîne yek ji girtiyên nexweş ya girane. Hazîne ya ku 49 saliye di pêvajoya girtinê de bi gelek binpêkirinan re hat rû hev.
 
Bi protezê dijî
 
Hazîne li girtîgeha Jinan a Bakirkoye dimîne. Hazîne ku bi çekê birîndar bû û çima wê de xesar çêbû ji çonga wê heta kulîmeka wê parçe bû û platîn lê bicihkirin. Ji ber vê wê her tim bi platînê bijî. Hazîne nêzî 18 salane bi platînê dijî. Di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolîna Samatyayê protez hat guhertin. Hazîne diyar dike ku ev protez dişibe îskela înşatê û li her çar alî protezê bizmar hene. Hazîne divê bi rêk û pêk bê kontrollkirin. Lê mixabin her tim tê astengkirin. Her wiha Saziya Tipa Edlî jî ji bo Hazînê rapora dikare girtî bimîne daye.
 
Bi gopal dikare li ser piyan bisekine
 
Hazîneyê di 10’ê Çileyê 2022’yan de peyamek bi hevkariya parêzerên xwe şand ajansa me û got: “Kalîta protezê evqas xerabe, têde bizmar têl û her tişt heye. Mixabin ji ber şertan dermankirina min jî nabe. Ji ber nexweşxana ez emelyet kirim gotin em te nikarin emelyet bikin tuyê li ser maseyê bimînî. Yanî na ku mirin, gotin tuyê êdî neyê ser xwe. Ji ber vê du gopalan bikar tînim. Tevî vê rapora dikare girtî bimîne’ dan min.”
 
Hazîne pêvajoya pandemiyê de ji ber wê 14 rojan tenê di hucrê de bimîne neçû nexweşxanê. Hazîneyê diya rkiribû ku ji ber di odeyê de lavaoya alaturka heye gelek pirsgirêkan dijî.
 
Cezayê hucrê!
 
Malbata Hazîneyê di hefteya dawî ya meha Çile de çû hevdîtinê û Hazîneyê peyamek ji ajansa me re şand. Malbatê diyar kir ku Hazîne ne tê dermankirin ne jî dibin nexweşxanê. Malbatê wiha got: “Êşbirekê jî nadinê. Êşên wê hene. Bi gopal dimeşe . Tevî her tiştî têkoşîna jiyanê dide. Ji ber Hazîneyê gotiye ‘bi tenduristiya min re eleqeder nabin’ hefteyek cezayê hucrê danê.”
 
Têkoşîna wê didome
 
Malbata wê diyar kir ku kalorîferên girtîgehê ji salên 1980’ê mane hemûyan zeng girtiye û wiha domand: “Girtî germ nabin. Her tim bi betaniyan di nivînên xwe de rudinin.” Malbatê got divê platîna Hazîneyê biguhere û tevî hemû tiştî Hazîne bi morelek mezin têdikoşe û ji bo Hazîne sewqî Nexweşxana Lêkolînê ya Hasekê bê kirin daxwazname ji dadgehê re nivîsîne û wiha gotin: “Ji bo Hazîne bê berdan  û dermankirina wê bê kirin me daxwazname nivîsî. Lê qebûl nekirin. Xwarinên girtîgehan gelek xerabin. Baş xwedî nabin. Porsiyonên wan biçûkin. Ji Kantînê penîr û zeytunan digirin. Me ji Hazîneyê re telikên ortopedîk girtin lê ew jî qebûl nekirin. Her tiştî ji kantînê digirin.”
 
Malbatê da zanîn ku 24 sale Hazîne bajar bi bajar surgun kirine û dirêjî danê: “Hazîneyê ji ber li dijî dijhiqûqiyan bi dirûşma rewş protesto kir cezayê hevdîtinê dan. Gardiyanan gotin ceza hatiye dayîn û ehiştin em biçin.  Hefteya borî piştî 4 salan şûnde birin Nexşwexana Hasekê. Doktoran gotin divê emelyet bibe. Lê gotin bi rîske.”
 
Peyama Hazîneyê
 
Hazîneyê bi hevkariya malbata xwe daxwazên xwe ij ajansa me re ragîhand û bag kir ku bila mafên dermankirina hemû girtiyan bê dayîn û dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn.