Rêveberiya Xweser: Alîkariya ji bo mexdurên erdhêjê wê bidome

  • 18:06 16 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dê hewldanên xwe ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhejê bidomînin.
 
Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi destpêkirina karesata mirovî re ku bi ser herêmê de hat, Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya herêmên karesatê yên Sûriyeyê derfetên xwe seferber kirin û karwanên alîkariyên mirovî ber bi deriyên sînorî yên bi herêmên rejîmê û herêmên dagirkirî re şandin, lê rastî redkirina her du aliyan hat. Piştî israr û hewlên ku bi rêya navbeynkaran, wekî alîkariyeke mirovî ya lezgîn 100 tankerên mazotê ji bo herêmên Şêxmeqsûd, Şehba û herêmên hikumeta Şamê hatin şandin.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser dê ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê piştevaniyê dewam bike, ji ber ku ev erkeke mirovî, exlaqî û nîştimanî ye. 
 
Her wiha bang hat kirin ku hemû alî bê cudahî nêzî vê rewşa mirovî bibin, hewldanên mirovî asteng nekin û li hember vê rewşa trajîk bi berpirsyariyên xwe rabin.