Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê Komploya Navneteweyî şermezar kirin

  • 14:30 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mihabad bi belavkirina wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şewitandina sembolên rejîma Îranê nerazîbûna xwe ya lidijî komployê nîşan dan.
 
Jin û ciwanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cuda Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Duh 24 sal di ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re derbas bûn. Ji bo şermezarkirina komployê jin û ciwanan li bajarên Mihabad, Merîwan û Seqiz ên Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên cuda komplo şermezar kirin.
 
Ciwanên şoreşger ên Mehabadê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin; “Rêber Apo hînî me kir ku Jin Jiyan Azadiyê bikin felsefeya xwe ya têkoşînê. Rêbertiya şoreşê di destê gelê ku di qada şoreşê de bi israr e. Bijî Rêber Apo, jin jiyan azadî, bimre komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bimre dewletên faşîst û dagirkerên Kurdistanê û bijî şoreşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê.”
 
Li bajarê Seqiz jî bi heman armancê ciwanên şoreşger peyamek bi dîmen dan û bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
 
Jinan jî li bajarê Merîwan bi daxuyaniyekê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û diyar kirin ku dijmin wê nikaribe fikir û felsefa Rêber Ocalan di girtîgehê de girtî bihêle. Her wiha dan zanîn ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji fikir û felsefa Rêber Ocalan hatiye wergirtin û ji bo avakirina civakek azad bûye dirûşmek cîhanî.”
 
Komîteya Şehîd Rêzan jî li bajarê Mihabad bi belavkirina wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şewitandina sembolên rejîma Îranê nerazîbûna xwe ya lidijî komployê nîşan dan.