Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ‘Rêbernameya hiqûqî’ weşand

  • 13:52 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ‘Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan’ a ku piştî sala 1999’an hatibû weşandin, sererast kir û weşand. Di rêbernameyê de li ser rewşa erdhejzedeyan û kesên di erdhejê de xisar dîtine di warê hiqûqa ceza, hiqûqa taybet, hiqûqa îdarêyê, hiqûqa bacê û hiqûqa tendirustiyê de tê sekinandin.
 
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) piştî erdheja li Mereşê ‘Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan’ sererast kir û weşand. Di rêbernameyê de li ser rewşa erdhejzedeyan û kesên di erdhejê de xisar dîtine di warê hiqûqa ceza, hiqûqa taybet, hiqûqa îdarêyê, hiqûqa bacê û hiqûqa tendirustiyê de tê sekinandin.
 
Di rêbernameyê de li ser piştgiriya ji bo ku kesên xanî û dikanên wan hilweşiyane, xisareke mezin dîtiye û mafê erdhejzedeyan jî tê sekinandin.
 
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) diyar kir ew ê bi erdhejzedeyan re bin.
 
Rêbernameya hiqûqî ya ji bo erdhejzedeyan li ser malpera TBB’ê tê peydakirin.