Alîkariyên Tirkiyeyê destûra derbasbûna wan nedida paşde hatin kişandin

  • 13:44 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 9 rojan Rêveberiya Xweser alîkariyên ku ji bo herêmên erdhejê yên dagirkirî amade kiribûn û Tirkiyeyê nedihişt derbas bibin, ji deriyê Um Cilûd vekişandin.Tê payîn ku rêveberî di vê derbarê de îro daxuyaniyekê bide.
 
Di 8'ê Sibatê de Rêveberiya Xweser ji bo herêmên dagirkirî 30 sehrîcên sotemeniyê û 20 sehrîcên alîkariyên sereke amade kirin.
 
Rêveberiyê gelek hewl da ji bo ku alîkarî bigihêjin mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagikirî, lê dewleta tirk destûra derbasbûnê neda.
 
Şandeyên navxweyî yên ji herêmên dagirkirî ji bo gihandina aîkariyan navbeynkarî kir, lê dewleta tirk ew jî asteng kirin.
 
Piştî 9 rojan, Rêveberiya Xweser ew alîkarî vekişandin.
 
Tê payîn ku rêveberî di vê derbarê de îro daxuyaniyekê bide.