'Alîkariya ku Tirkiye desteser dike ji çeteyan re diçe'

  • 12:40 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛYAN - Nûnera HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyar kir ku alîkariya tê komkirin û radestî hikûmetên Tirk û Sûriyeyê têne kirin, nagihêje destê mexdûrên erdhejê û bang kir ku her kes alîkariya xwe bigîhîne wan ji bo bigihêje mexdûran.
 
Nûnera Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) a li Başûr Nahîde Ermîş qala kampanya alîkariyê ya li navenda wan tê komkirin, kir û bang kir ku ji bo alîkarî bigihêje destê mexdûr û hewcedaran navnîşana herî pê bawer navenda wan e û teqez alîkariya biçe navenda wan wê bigihêje destê mexdûrên erdhejê. 
 
Nahîde ya berî her tiştî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şifaya xêrê ji bo bîrîndaran xwest, diyar kir ku ne li Silêmanî û Hewlêrê li her derê ku Kurd xwedî hestekî netewî, niştîmanî piştî vê karesatê ketin nava hewldan û alîkariyê û got: “Me HDP’ê jî seferberî îlan kir. Armanca me ew e di rewşeke herî lezgîn de alîkariyên tên berhevkirin bigihînin mexdûr û kesên ku canê xwe malê xwe û her tiştê xwe ji dest dane. 
 
Piştgiriyê bidin kampanyayê
 
Ev nêzî hefteyekê ye alîkarî kom dikin, baş e. Spasiya gelê xwe û hemû saziyan kesayetan dikin ku eleqeyek baş nîşandan û ketin nava hewldanan ku kampanya xwe xurtir bikin. Ji ber ku pêwîstî zêde, karesat mezin e, li ser yek bajar, herêmekê pêk nehatiye. Çiqas mirov bikeve nava hewldanan kêm dimîne. Her kes bi hemû derfetê xwe piştevaniya kampanyayê bike, alîkariya me komkirî rojek berî rojekê bigihînin gelê xwe.
 
Rê nedin
 
Em alîkariyê li navenda xwe kom dikin, derfet nehate dayîn li cihek navendî û qelebalix danin, dibe gel zêdetir heba. Tevî ku me serdan kir, lê destûra vê nehate dayîn. Pêwîstî pir zêde ne. Alîkariya kelûpel ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê jî lazim e, lê ji ber ku alîkariyên diçin Tirkiye hikûmet dest datîne ser ji bo wê, ji bo Bakurê Kurdistanê pere dişînin û ji bo Rojava jî kelûpelên tên bişînin.
 
‘Alikariya digihêja hikûmeta tirk nagihêje mexdûran’
 
Niha li Tirkiye sê sazî xwe îlankirine ji bo komkirina alîkariyê. Ew jî AFAD, Wexfa Alîkariyê ya Mirovî (ÎHH) û Kizil Ay (Heyva Sor a Tirk) Hikûmeta AKP-MHP’ê ew erkdar kirine. Çi alîkariya ji Başûr, ji Rojhilata Navîn û kû dera cîhanê bê, ew dest didanin ser. Ev alîkariya ku ev sazî dest didanin ser winda dibin û didin alîgirê xwe nagihêje destê mexdûran. Ev tişteke eşkere ye, hemû muxalefet vê dibêjin. Ragihandina Tirkiye vê dibêje. Bila kes vê yekê bizane ku alîkariya diçe gel van, nagihêje destê mexdûre. Ji bo wê bila her kes bawer bibe, her tişt, pere, amûr û alavên dibexşînin ji bo kampanya HDP’ê wê teqez bi ewle bigihêje destê mexdûr û kesên hewcedar. Ji bo wê alîkariya xwe bide kampanya me. Zarok berheman kom dike, qumbereyên xwe dişkînin û pereyê heyî tînin radestî me dikin dibêjin, bidin zarokên mexdûr ên erdhejê. 
 
Alîkarî ji çeteyan re diçe
 
Alîkariya ku saziyên Başûr kom kirine û radestî van saziyan dikin, ev sazî ji bo çeteyan dibin. Her kes vê zane, derbasî cihên erdhejê nakin. Nimûne; AFAD, li herêmên Kurd û Elewî lê ne, alîkarî nayê dayîna wan. Taxên ku alîgirên wan tije tiştin, lê taxên Kurdan û Elewî tiştek nîne. Em dixwazin her kes vê rastiyê bibîne û bizane. Em qala mijareke siyasî nake. Ev mijareke mirovî ye. Dibe ev rewş were serê her kesê. Dibe sibe li Stenbol, Îzmîr û Enqerê jî rû bide. Ti Kurdek wiha dijminane nêzîk nabe.
 
Mirov ne tenê ji ber erdhejê ji ber xemsariyê jî mirin
 
Em qala xemsariya hikûmetê nakin, em qala polîtîkayên dijminahiya hikûmetê ya li ser Kurdan dikin. Bi dijminî nêzîk dibe rojane ev yek rû didin. Qasî mirovên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, du qatî wê ji xemsarî û dijminahiya dewletê jiyana xwe ji dest da. Dibe hejmara miriya kêm ba, lê vê nêzîkatiya dijminahî gelê me qetil kir.”
 
Destê alîkariyê dirêj bikin
 
Em bang li gelê Başûr dikin, zêdetir piştgirî bikin û alîkarî bikin, ji bo rojek berî rojekê em alîkariya xwe bigihînin wan birînên wan derman bikin. Pêwîstî bi her tiştî heye. Weke erkekî netewî, civakî, olî û wijdanî bibînin û wisa nêzîk bibin û destê alîkarî dirêjî wan bikin bi serbilindî."