Girtiyên li Şakranê komplo şermezar kir

  • 12:08 16 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li Girtîgeha Şakranê bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî peyamek şand û got: "Têkoşîna tevgera me ya bêhempa ya ku li çar perçeyên Kurdîstanê pêk tê û bi vê berxwedanê wê sala 2023’yan bikin sala azadiya Rêbertiyê."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal berê di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên navnetewî ve di encama kompoleyek navdewletî de radestî Tirkiyeyê hat kirin. 24 sal in Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û 2 sal in agahî jê nayên girtin. Girtiyên li Girtîgeha Şakranê, bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî nameyek şandin. 
 
Di nameya ku hatî şandî de wiha hat gotin: 
 
"Têkoşîna li dijî faşîzma ku di zindanan de gav bi gav xwe nîşan dide û bi rêbazan îşkenceyên ku li tu derê cîhanê nehatiye dîtin hin diçe mezîn dibe. Te zanîn ku bexwedana me yên zindanan li gel tevgera me û gelê me çiqas bi nirx te dîtin. Û te zanîn ku tevgera me her tim di hindirê têkoşîneke de ye û li berxwe dide. 
 
Çalakiya bi dirûşma 'Teslimiyet dibe ixanet; berxwedan dibe serfiraziye' ku di sexsê pêşengê mezin Mazlûm Dogan de hatiye meşandin rêxistineke girseyek bi hêz dest xistine. Ew pêşengên tevgerê ku mirine dane ber çavê xwe li dijî faşîzma zindanan di encama pêkutiyên hişmendiya dewleta desthilatdar disekine. Bi têşeyen jiyan û têkoşînan çerxa faşîzmê şîkandine. Niha jî pergala hegemonîk ya xwe dispêre 'tekparêzî' yê bi faşîzma AKP’ê domandin.
 
Tê zanîn ku bi Komploya Navneteweyî re plana îmhakirinê li gel û tevgera me tê sepandin. Merheleya dawiyê ya li Îmraliyê, mercên tecîde ya herî giran lê tê jiyîn. Faşîzm, ne tenê vîna Gelê Kurd, vîna hemû gelê Rojhilata Navîn dixwest dîl bigire. Her wiha ji sala 2011’an vir ve hewl da ku ramanên Rêbertî jî tecrîd bikin. Li hember vê yeke ji Rêbertî li hindûr berxwedaneke mezin da. 
 
Rêbertî di sala 1999’an de, bi Komploya Navnetewî û aligiran ve radestî TC hat kirin û niha di şert û mercên tecrîda giran de bi hêza vîna xwe li ser lingên xwe disekine û dibe çavkaniya hêviya milyonan. Tecrîda li Îmraliyê tê sepandin ji aliyên hêzên hegemonîk ve tê pêjirandin. Ev bi sere xwe tê pênaseya bênasnamekirina Gelê Kurd. 
 
Em wekî girtiyên Şakranê Komploya Navnetewî ya dikeve sala 25’emîn carek din bi zimaneke tund şermezar dikin. Têkoşîna tevgera me ya bêhempa ya ku li çar perçeyên Kurdîstanê pêk tê û bi vê berxwedanê wê sala 2023’yan bikin sala azadiya Rêbertiyê.
 
Gelên me yên hêja; Ji bo dawî li tecrîdê bê, ji bo azadiya fîzîkî ya li Rêberê me bi rihê 'Dem dema azadiyê ye' em hesreta bi salan bi dawî bikin."