Komploya navneteweyî li gelek bajarên Ewropa hat protestokirin

  • 22:24 15 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi wesîleya 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropa çalakiyên protestoyî pêk hatin. 
 
Di 24’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Marsîlya, Strasbourg, Oslo, London û Cenevereyê ji aliyê Kurd û dostên Kurdan ve meş û çalakî pêk hatin.  Di çalakiyan de azadiyan Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
Marsîlya
 
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan, ji bo protestokirina salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî daketin qadan.
 
Girse li qada Canabîerre hatin ba hev û heta Nûnertiya Parlementoya Ewropayê meşiyan. Di meşê de pankartên bi zimanê Fransî ku daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin û Komploya Navneteweyî prostesto dikin .Di dema meşê de danezan hatin xwendin û belav kirin. Girseyê li ber Nûnertiya Parlementoya Ewropayê ya Marsîlyayê, ji bo protestokirina CPT’yê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştin û bêdengiyê kirin. 
 
Li ser navê NCDK'ê Mehmet Çapkin axivî û got, “Rêber Apo ne tenê xeta me ya sor e, jiyana me ye. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê çalakiyên me bidome."
 
Strasbourg
 
Ciwanên Kurd bi dirûşmeya “Sebra me nema-Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ketin salona komîteya giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE). Ciwanan tecrîda giran ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protestokirin. 
 
Serokê Parlementoya Ewropayê li ser daxwaza ciwanan hat salonê û bi ciwanan re hevdîtin pêk anî. Berdevkê HDP’ê ya Ewropayê Faîk Yagiz û hin xebatkarên parlementoyê tevli hevdîtinê bûn. Ciwanên ku di hevdîtinê îşaret bi vê yekê kirin ku 2 sal in tu agahjî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, destnîşan kirin ku Parlementoya Ewropayê biryarên xwe pêk nayne û berpirsên sereke yên dîlgirtina Abdullah Ocalan dewletên Ewropayê ne.Ciwanan piştî civîna 3 saetan dosyaya der barê Komploya Navneteweyî radestî Serokê Parlementoya Ewropayê kirin. Ciwanan bi daxuyaniyekî çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Ciwanên ku di daxuyaniyê de banga seferberiyê kirin, diyar kirin ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku li hemberî felaketa li Kurdistanê gelan terkî mirinê kir,wê  bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têk biçe. Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê kirin ku berxwedanê mezin bikin û li dora Abdullah Ocalan kom bibin.
 
Oslo
 
Di salvegera komploya li hember Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Oslo ya Norwecê, li ber Wezareta Karên Derve ya Norwecê çalakî hat lidarxistin. Şandeyek ji Kurdistaniyan û dostên wan pêkhatî, hevdîtin Carl P. Salîcath re kir ku berpirsê beşê Tirkiye yê wezaretê ye.
 
Nûnera NCDK Oslo yê Endam Aso ku di nav şandeyê de bû, wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di bin şertên giran de, di hicreya xwe bi yek kesî de tê girtin û têkiliya wî bi derve re hatiye qutkirin. Nahêlîn ku ew û parêzer û malbata xwe hev û din bibînin. CPT, xwe li nedîtina pêkanînên nemirovî datîne ku li Îmraliyê diqewimin. Parlamentoya Ewropayê biryarên dide, pêk nayne. Abdullah Ocalan yekan e serok e ku Kurd pê bawer in û perçeyekê jêneger ê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyan e ye.“  Carl P. Salîcath jî got ku mijara Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin û bi caran li ser vê mijarê û mijarên din ku bi mafên mirovan re têkildar in bi rayedarên Tirk re axivîne. Çalakgeran, bi pişt re hevdîtin bi nûnerên Konseya Aştiyê ya Norwecê û serokê sendîkaya LO Oslo ku Ingûnn Gjerstad re kir û ji bo azaiya Abdullah Ocalan banga piştevaniyê kirin.
 
London
 
Bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê û sendîkayên bi milyonan endamên wan hene, di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a duyemîn li Londonê hat lidarxistin. Hat xwestin ku konferans bi mazûvaniya Lord Maûrîce Glasmanê ji Partiya Karkeran li Kamaraya Lordan bê lidarxistin. Lê hat îdiakirin ku Serokê Koma Partiya Karkeran Chîef Whîp, bi îdiaya ku têkiliya xwe bi ‘PKK’ê re heye, zext li wan tê kirin û ji bo li parlamentoyê neyê kirin wî jî zext kiriye.
 
Lewma yên konferans li dar xist, tevî zextan biryar da ku konferans li Otela Marlen a li nêzê avahiya parlamentoyê bê lidarxistin. Akademîsyen, Kongra-Star-KCDK-Başûr, PJAK, Meclîsa Jinan a Jiyanê, nûnerên komên enternasyonel û gelek kes tev li konferansê bûn.
 
Cenevre 
 
Komploya Navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan pêk hat, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi meşekî hat protestokirin.
 
Li ber Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn. Ji Cenevre û Lozane gelek Kurdistanî û dostên wan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin û tecrîda li Îmraliyê hate protestokirin.