Komploya navneteweyî li Silêmaniyê hat protestokirin

  • 19:26 15 Sibat 2023
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê li dijî komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek pêk hat.

Bi pêşengiya Komîteya Azadiya Ocalan, bi dirûşma ‘Êdî bese ji sîstema girtîgeh û tecrîda Îmraliyê re, Azadî ji bo Rêber Ocalan’ ji Cadeya Salim a Silêmaniyê bi tevlîbûna sedan kesî li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heta ber Baxê Giştî meşek pêk hat. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, welatî,nûnerên partî û rêxistinan tevlî meşê bûn.

Li ber Baxê Giştî daxuyanî hate dayîn. Li serî de Mihemed Ehmed daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ew komploya navneteweyî ne tenê li dijî Birêz Ocalan û Tevgera Azadîxwaz bû, belku li djî tevahiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû. Amanca yekem a vê komployê tinekirina îradeya azadîxwaz a gelê Kurd û şoreşa mezin bû. Li aliyê din ve ev komplo destwerdandanekî berjewendîxwaz a dewletên sîstema kapîtalîst a cîhanê ya ji bo Kurdistan û herême bû. Em weke Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê ku parastina jiyan, tenduristî û azadiya Birêz Ocalan weke erka xwe dibînin, radigihînin ku ev rewşa metirsîdar a li Îmraliyê heye, CPT û Konseyî û Yekîtiya Ewropa, Emerîka û ew hemû dewletên ku tevlî komployê bûne berpirsin. Birêz Ocalan ji derveyî girtîgehê û di nav girtîgehê de ji bo maf û azadiya gelê Kurd û bihevre jiyana gelan, çareseriya demokratîk a doza Kurd û pêkanîna aştiyê û aramiya herêmê têkoşîn kir.”

Piştre Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û got: “Em weke Tevgera Azadî tekez dikin ku heta ku Rêber Apo azad nabe, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî Kurdistan azad dibe. Ne jî Rojhilata Navîn aram û îstikrar dibe. Herwiha azadiya Birêz Ocalan, şikandina faşîzm û dagirkeriyê û tecrîd peywendî bi hev re heye. Ji ber ku di bingeh de doza Birêz Ocalan û doza gelê Kurd û Kurdistanê yek doze û bi hev re çareser dibe.” 

Li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK)  Bano Helebceyî axivî û got: “Îro gelê Kurd şanaziyê bi Birêz Ocalan dike. Ji ber ku bûye xwedî fikir û felsefe û li hemberî dagirker û dijmin li ber xwe dide. Tevahiya gelê Kurd, bi taybet jin deyndarê Rêber Apo ye, lewma daxwaza azadiya wî diin û dibêjin roja azadiyê ye.”