Navenda Kordînasyona Krîzê ya HDP’ê hat desteserkirin

  • 18:31 15 Sibat 2023
  • Rojane
MEREŞ - Qeymeqamtiya Bazarcixê, dest danî ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê hatibû avakirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir. 
 
Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê, qeymeqatiyê xwest qeyûm tayinî Navenda Koordînasyonê ya Krîzê bike ku ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê ve hatibû avakirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir. 
 
Qeymeqam Mûstafa HamîtKirici, tevî gelek eskeran hat navenda li gundê Hasankocayê û diyar kir ku dê navend bi koordînatorên ku ji aliyên wan bên tayinkirin ve bê birêvebirin. HDP'î û dilxwazan ev yek qebûl nekirin. Ji ber vê HDP'î û dilxwaz û qeymeqam demeke dirêj ketin qirika hev. 
 
Piştî vê HDP'î û dilxwazan vê helwesta qeymeqamtiyê bi dirûşmeya "Qeyûm dikuje, piştevanî jiyan e" şermezar kirin. HDP'î û dilxwazan gotin dê bi qeymeqamtiyê re nexebitin û ji depoyê derketin.