Navenda Krîzê ya HDP’ê: Herî zêde kon û sobe hewce ye

  • 16:32 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê diyar kir li gelek bajaran wan ji roja înê û heta niha têkilî bi hezar û 512 muxtaran danîne û bala kişand ser vî tiştî ku herî zêde kon û sobe hewce ye.
 
Li gorî daxuyaniya HDP’ê 30 kes di nav Navenda Koordînasyona Krîzê de cih digirin û vê komê bi xwe gihandiye muxtarên gund û taxên erdhejê. Hate diyarkirin bi giştî li 39 navçeyan telefonî 2 hezar û 15 muxtaran hatiye kirin û bi hezar û 512 muxtaran re têkilî hatiye dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin “Derbarê rewşa mirî û birîndaran agahî hatine stendin û derbarê pêdiviyên lezgîn û giştî nîşe hatine stendin. Ev nîşe ji ser navendên koordînasyona krîzê re ragihandine ji koman re.
 
* Herî zêde kon û sobe hewce ne. Sobe û kon negihiştine gelek deran. Li hemû deran ev pêdivî heye. Ligel ku tu xisar çênebûye jî gel naçe malên xwe.
 
* Xwarin, ard, rûn, çay û şekir wekî hewcedariyên hevpar derdikevin pêş. Li hin deveran cil û bergên zarokan hewce ne. Ji ber ku market ne vekirî ne, di warê bidestxistina pêdiviyên bingehîn pirsgirêkek cîddî heye.
 
* Ji ber ku alîkariyên tên kirin, nayên tasnîfkirin, pêdivî bi cih nayên. Ji ber ku cil û berg baş nehatine belavkirin, hatine asta ku nayên bikaranîn.
 
* Herî zêde berhemên tendirustî û hîjyenê hewce ne. Paçikê zarok û nexweşan û peda jinan hewce ne.
 
* Bi taybetî qutkirina ava bajêr, pirsgirêkên nû yên tenduristiyê bi xwe re tîne. Pirsgirêka tuwaletê di asta herî jor de ye û pirsgirêka avê dibe ku bibe sedema nexweşiyan.
 
* Pirsgirêkên ragihandinê hê jî nehatine çareserkirin. Li gelek deran elektrîk tune, ev jî jiyanê zehmet dike.
 
* Her çend xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin jî, gel bala xwe dide kesên sax maye.
 
* Ji cihên ku erdhej bi tundî lê rû dane ber bi cihên kêm zirar dîtine, koçek çêbûye. Ev jî pêdiviya xwarinê zêdetir dike. Li hinek taxan nifûs bûne 4,5 kat. Tevdîr têr nakin. Bi heman awayî gel ji navçeyan diçe gundan. Gundê ku nifûsa wê 200-250 bû, di nava çend rojan de nifûsa wê bûye hezar. Ji ber şertên zivistanê ev jî jiyanê zehmettir dike.
 
* AFAD kamyonên alîkariyê dide sekinandin û walîtî diyar dikin ku bi tenê AFAD dikare alîkariyan belav bike. Ev jî dibe sedem ku alîkarî û pêdiviyên lezgîn nagihêjin cihê xwe.
 
* Li gundan konên heywanan û êm hewce ye.
 
* Li navçeya Pazarcika Mereşê, gundên Kurd-Elewî yên Meletî û Samandagê, gilî û çavdêrî hene ku cihêkarî tê kirin.
 
Di hevdîtinan de derket holê ku hemû muxtar ji bo bihistyarî û hevgirtina civakî gelekî kêfxweş in. Ji ber hevgirtin û telefonkirinê spasî li HDP’ê hate kirin.”