Komplo li Wanê hat şermezarkirin

  • 15:01 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
WAN - Partiyên siyasî û STO'yan bi daxuyaniya dan li Wanê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. 
 
Partiyên siyasî û STO'yan bi daxuyaniya dan li Wanê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Gelek kes tevlî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê bûn. Pankarta "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hat hilgirtin. Hevserokê DBP'ê yê Rêya Armûşê İdris Polat daxuyanî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin tecrîd berdewamiya komployê ye û hat ragihandin ku tecrîd li dijî çareseriyê ye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin wê meşa ber Gemlikê ve bihata lidarxistin lê belê ji ber erdhejê hatiye betalkirin. 
 
Herî dawî di daxuyaniyê de banga piştevaniya ji bo erdhejzedeyan hat kirin.