Ji girtiyên siyasî peyama piştevaniyê: Em ê hesab ji berpiryaran bipirsin

  • 14:03 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
AMED - Girtiyên siyasî yên jin ên di girtîgeha Tîpa M ya Beybûrtê de ne cilên xwe bi riya kargoyê gihandin koordînasyona krîzê ya HDP’ê.
 
Bi erdheja li navenda Mereşê pêk hatiye û li 10 bajaran bandorên mezin kiriye re ji hemû deverê ji bo piştevaniyê alîkarî têne komkirin. Welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji roja yekem ve pêdiviyên kom kirine bi Koordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re parve dikin. Girtiyên Siyasî yên di girtîgeha Tîpa M ya Beybûrtê de ne jî bi riya kargoyê û malbatên xwe cil û tiştên di nav hev de kom kirine bi riya Koordînasyonê ji mexdûrên erdehejê re parve kirin û peyama em ê van rojên xeter derbas bikin û hesap ji berpirsyaran bipirsin parve kirin.