Li Amedê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’

  • 13:50 15 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Li dijî bihakirina kirêyên xaniyan li Amedê bi dirûşma "Ji bihakirina kirê re na" kampanya hat destpêkirin. 
 
Piştî erdhejên ku navenda wê Mereş bû çêbûn, bihayên kirêyên xaniyan jî li gelek bajaran hatin zêdekirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî bihayên kirêyên xaniyan zêde bûn. Ji hêla Desteya Rêveberiya Komeleya Mirovên Karsazên Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSÎAD) banga hestiyariyê hat kirin. Derbarê mijarê de jî kampanyaya bi dirûşma "Ji bihakirina kirê re na" hat destpêkirin. 
 
Serokê DÎSÎAD’ê Nûrûllah Edemen derbarê mijarê de got: "Li seranserî welat pêdivî bi piştevaniyê heye. Di van rojên ku xema me giran û em dibin şahidê karesatek mezin, hin geşedanên ku em red dikin û napejirînin jî diqewimin. Dema em van geşedanên neyînî dibihîzin me bêtir xemgîn dike. Bi taybetî li Mêrsînê û Amedê xwediyên xaniyan bi bihayên zêde xaniyên xwe didin kirê. Em viya dibihîzin û carna jî dibin şahidê vê yekê. Ji roja ewil a erdhejê ve me bi Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê re dest bi xebatê kir û em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. 
 
Em hê hewl didin birînên gelê xwe bipêçin hin kes di pişt me re dixwazin gelê me bişêlînin. Xwediyên xaniyan ku ji kesên hewcedariya wan bi xaniyan heye, bihayê pir zêde dixwazin. Dema em vê dibihîzin û dibînin mudaxileyî vê yekê dikin. 
 
Me li dijî bihakirina kirêyan a zêde kampanya da destpêkirin. Em bang li xelkê xwe dikin; em ê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’ didin destpêkirin. Em ji welatiyên xwe rica dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyaya me.”