Şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi înîsiyatîfa xwe dixebitin

  • 12:14 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ligel ambargo û derfetên kêm, şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi însiyatîfa xwe alîkariya mexdûrên erdhejê dikin.
 
Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yên dorpêçkirî bibin, şêniyên her du taxan ji bo alîkarî û bicihkirina malbatên ku malên wan ji ber erdhejê ziyan dîtiye, bi înîsiyatîfa xwe alîkarî dikin. 
 
Yek ji wan welatiyan Zuha Hemame ya ji taxa Eşrefiyê dijî ji ajansa ANHA'yê re axivî û wiha bal kişand ser înîsiyatîfê: "Ji roja yekê ya erdhejê ve em ji mala xwe derketine. Me zarok bê betanî û xwarinê derxistin. Em niha li kolanan in, lê ruxmî konan serma zêde ye. Kurê min ê biçûk ji ber sermayê nexweş ket û min wî rakir nexweşxaneyê. 
 
Em bang li her kesî dikin ku rewşa Sûriyeyan di ber çavan re derbas bikin, betanî, rêbazên germkirinê, derman, xwarinê bi taybet xwarina zarokan peyda bikin û alîkariya me bikin."