Kongreya Star: Rêber Apo afrînerê hevjiyana azad e

  • 11:45 15 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê nivîskî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û bang li CPT û saziyên pêwendîdar kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin. Her wiha Kongreya Star got:"Dewletên komploger pilan kirin ku pergala hegemonîk li Rojhilata Navîn berdewam bikin û projeya mezin a Rojhilata Navîn pêk bînin. "
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî hat dîlgirtin û radestî Tirkiyê hate kirin. Ev bû 25 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Grava Îmraliyê de ye. Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê nivîskî komplo şermezar kir û li dijî tecrîd û komployê banga bilindkirina têkoşînê kir.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di salvegera 25’emîn a Komploya Navneteweyî ku Rêber Apo di encama pilanekî qirêj de di 15’ê Sibata 1999’an de hate dîlgirtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Heta niha jî siyaseta qirkirin û tunekirinê di kesayeta Rêber Apo de bi hemû cureyên îşkenceyê tecrîda girankirî li Girava Îmraliyê de dewam e. Dewletên komploger pilan kirin ku pergala hegemonîk li Rojhilata Navîn berdewam bikin û projeya mezin a Rojhilata Navîn pêk bînin. Projeya mezin a Rojhilata Navîn li dijî projeya netewa demokratîk ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşkêşkirin da ku serweriya xwe li ser gelê herêmê bikin. Ji lewra hemû gelan dikin qurbanê vê siyasetê û hevgengiya xweza û gerdûnê tevlîhev dikin da ku serwerî û berjewendiyên xwe biparêzin û temenê pergalên xwe bi şerê qirêj û bê exlaq  berdewam bikin.
 
‘Rêber Apo afrînerê hevjiyana azad e’
 
Dixwazin şerên mîna leşkerî, aborî, derûnî , biyolojî pêk bînin da ku guhertina demografiya gelên li herêma Mezopotamya pêk bînin. Tevî hemû pilanên dewleta tirk, Rêber Apo ji mafê xwe yê herî biçûk jî hate qutkirin û nahêlin ku tu kes ji Rêbertî agahî werbigirin. Lê ev komplo bi berxwedana Rêber Apo li zindanê têk çû. Rêber Apo afrînerê hevjiyana azad e û berxwedana ku deng veda bandor li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Îro projeya netewa demokratîk li tevahî cîhanê bûye cihê çareseriya pirskirêkên civak, misogerkirina mafê hemû gelan li ser bingeha wekheviya gelan, azadî û demokrasiya civakan.
 
‘Divê CPT bi erka xwe exlaqî û mirovî rabe’
 
Em bi navê Koordînasyona Kongra Star komploya navneteweyî bu tundî şermezar dikin û banga civaka navneteweyî û hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan bi taybet Komîteya CPT dikin ku bi erk û berpirsiyariya xwe ya mirovahî û exlaqî rabin û zextê li dewleta tirk bikin da ku parêzer biçin Girava Îmraliyê. Agahiyên derbarê rewşa Rêber Apo de zelal bikin. Ev 23 heyv in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, em bi guman in, fikarên me hene ku bi taybetî piştî vê erdhejê. Banga me ji gelê me, gelê herêmê, cîhan û hemû kesên demokrat û azadîxwaz hene ku xwedî li Rêber Apo derkevin da ku pergala tecrîdê bişkînin û bi riya têkoşînê azadiya fizîkî yê Rêber Apo misoger bikin ku dem dema azadiya Rêber Apo ye.”