Ji ber erdhejê li Suriyeyê 3 hezar 694 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • 11:32 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bilançoya erdhejê her diçe zêde dibe. Li seranserê Sûriyeyê ji ber erdhejê heta niha 3 hezar û 694 kesan jiyana xwe ji dest dane her wiha 14 hezar û 814 kes jî birîndar bûne.
 
Di berbanga 6`ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhej li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê, rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Ji ber erdhejê bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û wêraniyek mezin pêk hat.
 
Rewşa herêmên dagirkirî
 
Li gorî daneyên ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê de hatine, li wan herêman 2 hezar û 274 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 hezar û 400 kes jî birîndar bûn. Bi sedan malbat hê jî di bin enqazan de ne û dibe ku bîlanço girantir bibe.
 
Herêmên hikûmeta Şamê
 
Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen El Xebaş bîlançoya dawîn a erdhejê ragihand. Li gorî Xebaş, di erdhejê de 1414 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2357 kes jî birîndar bûne.
 
Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê tenê herêmên serweriya hikumeta Şamê digire nava xwe.
 
Herêmên Rêveberiya Xweser
 
Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 57 kes jî birîndar bûn.