Rahila Gupta: Dewletên Ocalan tecrîd kirin negihaştin armanca xwe

  • 09:07 15 Sibat 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Nivîskar û Aktivîst Rahila Gupta, têkildarî salvegera komploya navneteweyî wiha got:"Muttefîkên Tirkiyeyê ABD û Îsrailê difikiriyan ku bi girtina Ocalan wê têkoşîna mirovahî û edaletê ya kurdan bi dawî bibe. Lê belê 24 sal derbas bû şûnde tevger bêtir xurt bû. Dewletên Ocalan tecrîd kirin negihaştin armanca xwe."
 
Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikeve 25 saliya xwe. Di 15'ê Sibata1999'an de Abdullah Ocalan ji Balyozxaneya Kenyaya Yewnanîstanê hat revandin teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Di komploya navneteweyî de gelek dewletan cihê xwe girtin. Jin hîn agirê Abdullah Ocalan pêxistibû hildigirin û zindî dihêlin. 
 
Nivîskar û Aktivîst Rahila Gupta, têkildarî salvegera komploya navneteweyî nirxandin kir. 
 
'Tevî 24 sal derbas bûye jî agirê hatiye pêxistin hîn zindî ye'
 
Rahila da zanîn ku bi komploya navneteweyî têkoşîna gelê kurd têk neçûye û wiha got:"Muttefîkên Tirkiyeyê ABD û Îsrailê difikiriyan ku bi girtina Ocalan wê têkoşîna mirovahî û edaletê ya kurdan bi dawî bibe. Lê belê 24 sal derbas bû şûnde tevger bêtir xurt bû. Dewletên Ocalan tecrîd kirin negihaştin armanca xwe. Jinan û mêran ev alavên têkoşînê zindî hiştin. Şoreşa Jinê ya li Rojava dest pê kir. Loma van dewletana bi girtinê bi ser neketine. Elbet girtina Ocalan ji bo tevgerê darbeyeke mezin bû loma berdana wî wê ji bo tevgerê bibe moralekî mezin. "
 
'Dewlet di warê têkoşîna gelê kurd de dirûtiyê dikin'
 
Rahila da zanîn yek ji dewletê serê komploya navneteweyî kişandiye ABD ye û wiha got:"Ev hemleya ABD'ê dirûtî ye. Ev dewlet pir bi mafê mirovan eleqeder nabin. Dibêjin em demokrat in lê belê li welatên wekî dinê ev tişt pir wan eleqedar nake. Mixabin ji aliyê tevgera kurd ve her çiqas tiştekî cihê xemgîniyê be jî Tirkiye ji aliyê jeopolitik ve xwediyê roleke girîng e. Erdoga jî xwe bi qeyranê xwedî dike. Di êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de jî ji carekê de wekî ku aştiyê diparêze xwe nîşan da. Ji vêya hêz girt û ew hêza wê çêbû ku daxwaz bike Swêd an jî Fînlandiya dikare di NATO'yê de cih bigire yan na. Çek nedifirotin Tirkiyeyê lê belê bi vê yekê wê mecbûr bimana çek bifirotana Tirkiyeyê û penaberên kurd ên siyasî teslîmî Tirkiye bikirana. Em dizanin ku Tirkiye jî hemû kurdên têkoşer wekî 'terorîst' îlan dike. Tirkiye di heman demê de ji penaberan pere dixwaze. Lê belê ev kes ji ber polîtîkayên wan bûne penaber."
 
'Divê Tirkiye bê boykotkirin û bibe dewleteke parya'
 
Rahila bi lêv kir ku divê Tirkiye ji ber zilma li ser Abdullah Ocalan bê boykotkirin û got divê Tirkiye jî wekî Efrîkaya Başûr bibe dewleteke parya û wiha domand:"Aboriya Tirkiyeyê ne baş e loma jî ji bo Tirkiye dev ji zilm û tecrîdê berde divê bê boykotkirin. Di vê hewldana kesên kampanyayan li dar dixin û aktivîstan ew be ku Tirkiyeyê veguherîne dewleta paryayê. Divê em dewletên bi Tirkiyeyê di nava hevkariyê de ne li ber fediyê bixin. Saziyên navnteweyî jî bi hewldanên kêm dibêjin em li dijî îşkenceyê derdikevin. Lê belê kê dimînin. Wê demê wateya gotina 'em ji îşkenceyê diparêzin' namîne. CPT rapora xwe ya dawî eşkere nekir.Her wiha tu ferqiya Tirkiye û Îranê ji hev tune ye. "
 
'Divê çalakiyên bandorker pêk bên'
 
Rahilayê diyar kir ku heta rastiya jeopolîtîk û aborî ya li herêmê neguhere wê Tirkiye li gotinan guhdar neke û wiha pê de çû:"Ji ber di warê alîkariyê de me hinek tişt ji bo Birêz Ocalan kir em xwe hîn baş hês dikin lê belê heta rastiyê jeopolîtîk û aboriyê yên li herêmê neguherin em ê nikaribin gotinê bi Tirkiyeyê bidin qebûlkirin. CPT têr nake. Banga ji bo bidawîkirina tecrîdê têr nake loma jî çalakiyên bandorker hewce ne. Loma jî hilbijartina li pêşiya Tirkiyeyê ya wê bibe sedema gelek guhertinan an jî wê gelên li Tirkiyeye têkevin bin tesîra rejîma diktator. Divê mirov li dijî vê helwestê bisekine û çalakiyeke rast pêk were."