Hukumet di bin kavilan de ma

  • 09:01 15 Sibat 2023
  • Rojane
Nişmiye Guler 
 
WAN - Endama Lijneya Navenda Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Xecê Kîye da zanîn sîstemeke demokratîk alternatîf e û got dewleta nikare vê qeyranê bi rê ve bibe. 
 
Piştî erdheja mezin li Bazarcixa Mereşê pêk hat şûnde bandoreke mezin li ser 10 bajarên Kurdistanê kir. Niha hîn derxistina cenazean a bin kavilan dewam dike. Dewleta ku OHAL'ê ji xwe re bi kar tîne leşker, cerdevan, hêzên paramîlîter li cihên erhejê bi cih dikin. 
 
 Endama Lijneya Navenda Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Xecê Kîye derbarê rewşa dawî ya erdhejê axivî. 
 
'Mirov bi rojan e nikarin bigihêjin cenazeyên xwe'
 
Xecê da zanîn erdhejê bandoreke mezin kiriye û wiha got:"Hinek bajar serobino bûn. Mirov bi rojan e nikarin bigihêjin cenazeyên xwe. Yên sax mane jî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Pisporên erdhejê her carê diqêrin û dibêjin wê erdhej çêbibe û dibe ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Îro sîstema navendî her biryarê li gor xwe dide. Sedema bingehîn a qeyranê ev e. "
 
'Dewlet nikare qeyranê bi rê ve bibe'
 
Xecê da zanîn ku li ser xetên fayê avahî tên lêkirin û wiha got:"Ev yek karesatê lezgîntir dike. Dewlet îro di polê de ma. Piştî erhejê sê roj şûnde çûn herêma erdhejê. Dema çû jî bi komên wekî hejmra wê 20 bin bi komên kêm mudaxale kirin. Lê belê ji aliyê gel ve seferberiyeke mezin dest pê kir. Dewletê ev qeyran bi rê ve nebir lê belê gel ev yek kir. Her wiha OHAL jî zirareke mezin dide piştevaniya gel. Loma jî fatûre ji gel hat birîn."
 
'Hukumet naxwaza kavila ku di bin de maye bê bihîstin'
 
Xecê bal kişand ser astengkirina rojnamegeran a li herêmên erdhejê û wiha got:"Hukumet naxwaza kavila ku di bin de maye bê bihîstin. Sê roj şûnde çûn cihê erhejê û xwestin çapemeniyê jî li gor xwe dizayn bikin. Ev nokteya dawiyê ya neçareseriyê ya hukumeta AKP-MHP'ê ye. Ji ber rêveberiyên herêmî di bin destê qeyûm jî de ye loma jî bi awayekî çalak naxebite. Loma ev ne qeder e ev komkujî ye."
 
'Em biçin cihê herêmê'
 
Xecê bi lêv kir ku divê her kes herin cihê erdhejê û wiha got:"Pêdiviya me me polîtîkayên gel rizgar dike heye. Em nikarin têkevin pêşiya karesatên xwezayî lê belê em dikarin qeybên zêde asteng bikin. Loma jî pêdiviya me rêveberiyên herêmî heye ne rêveberiyên navendî. Em ê jî wekî Maseya Qeyranê ya Erdhejê ya HDP'ê hebûna xwe ya li herêma erdhejê bidomînin. Divê em hemû piştevaniyê mezin bikin û herin herêmên erdhejê."