ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'YAN

  • 09:00 15 Sibat 2023
  • Rojev
 
*Nivîskar û Aktivîst Rahila Gupta, têkildarî salvegera komploya navneteweyî wiha got:"Muttefîkên Tirkiyeyê ABD û Îsrailê difikiriyan ku bi girtina Ocalan wê têkoşîna mirovahî û edaletê ya kurdan bi dawî bibe. Lê belê 24 sal derbas bû şûnde tevger bêtir xurt bû. Dewletên Ocalan tecrîd kirin negihaştin armanca xwe." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Navenda Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Xecê Kîye da zanîn sîstemeke demokratîk alternatîf e û got dewleta nikare vê qeyranê bi rê ve bibe. DÎMEN HEYE
 
*DBP, HDP, TJA û gelê dildar li Semsûrê kon vedan. Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Aynur Sarica, da zanîn tevî hemû astengiyan jî wan piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re dewam kirine û got dewlet ne ji gel ji şer re budçeyê vediqetîne û li dijî vê yekê banga mezinkirina piştevaniyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Sînem Sîhamhasan a ku 7 sal in li Îslahiyeyê dijî got: "Dema erdheje, xaniyên min a li Efrînê ya ji ber şer hilweşiya ket bîra min. Li vir jî xaniyê min hilweşiya. Cihê ku ez niha biçim nîne ji aliyek şer heye û ji aliyek jî erdhej." BI DÎMEN 
 
*Ji maseya krîzê ya Dîlokê Hevseroka Bajarê Dîlokê ya HDP’ê  Ayten Kaya, destnîşan kir ku welatî çareseriyê di koçberiyê de dibînin û diyar kir ku divê bi lez û bez pirsgirêka welatiyan ya stargehê were çareserkirin. DÎMEN HEYE
 
*Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandora erdhejê re di bin sihayan êriş, dagirkerî û ambargoyê de welatî hewl didin birînên xwe bipêçin. Yek ji deverên erdhejê Heleb, tenê hatiye hiştin. Alîkariyên tên jî têne astengkirin û bi hezaran welatiyên li Şêx Mexsûdê kom bûne pirsgirêkên mezin dijîn. Hevseroka Meclîsa Giştî ya Şêx Mexsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman ev gotin kir: “Siyasetek qirêj tê meşandin.Erdhejê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ji bo kurd koçber bibin her rêbaz hat bikaranîn. Îro jî di dema erdehejê de em li ber sermayê bê derfet hatin hiştin.”DÎMEN HEYE