Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan

  • 15:03 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 31 hezar û 974 kesan. 
 
AFAD’ê bîlançoya dawî ya erdhejê eşkere kir. AFAD’ê da zanîn ku di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane û 195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî ji herêmên erdhejê li bajarên cuda hatine tehliyekirin.