Muazzez Orhan: Divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin

  • 13:56 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Rabîa Onver 
 
DÎLOK - Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, bal kişand ser zarokên ku malbatên xwe di erdhejê de windakirine û got: "Di demên wisa de gelek zarok bêxwedî dimînin û winda dibin. Em di serî de bang li malbatan dikin ku xwedî li zarokên xwe derkevin û serî li cihên eleqedar bidin. Divê rayedar jî zarokan nedin kesên biyanî û divê tespîta malbatan bê kirin."
 
Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlokê de 10 bajar bi giranî jê bandor bûn û bajar hemû hilweşiyan. Di encama erdhêjê de bi hezaran welatî di bin kavilan de man û hîn li benda xilaskirinê ne. Bi hezaran kes jî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi taybetî ji vê erdhêjê herî zêde jî zarok jê bandor bûn. Ji ber ku gelek zarok jiyana xwe ji dest dan û bi sedan zarokên ku di bin bermahiyan de hatin xilaskirin ji ber malbatên wan hîn di bin kavilan de ne, an jî jiyana xwe ji dest dane bêxwedî man.  
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan a ku bi rojan e li heremêye, têkildarî mijarê de axivî û bang li malbatan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û serî li rayedaran bidin.
 
‘Ji bo malbatên zarokan divê lêkolîn bê kirin' 
 
Muazzez, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora erdhejê ya ku li 10 bajaran pêk hatî piştre jî li ser rewşa zarokan rawestiya. Muazzez, diyar kir ku gelek zarok malbatên xwe windakirin û got: "Di erdhejên salên borî de jî me dît ku gelek zarokên ku malbatên wan di bin kavilan de mane û jiyana xwe ji dest dane. Ev zarokên ku bêxwedî man an hatin revandin û an jî hatin windakirin. Em carek din îro bang li malbatan dikin ku bila xwedî li zarokên xwe derbikevin. Bila biçin serî li rayedaran û nexweşxaneyan bidin ku bila aqûbeta zarokan bê diyarkirin. Her wiha em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku bila xwedî li wan zarokên xwe bêxwedî mane bibin. Divê zarokên ku mexdûr bûne werin parastin. Ji ber ku di van pêvajoyan de çeteyên ku zarokan direvînin mixabin tên herêmên erdhejê. Divê rayedar jî girîngiyê bidin vê meselê. Divê zarokan nedin kesên biyanî an jî kesên ku dibêjin em xizmên wan in. Divê lêkolîn bê kirin û malbat bên testpitkirin." 
 
‘Em ê xwedî li zarokan derkevin' 
 
Muazzex, destnîşan kir ku niha bi deh hezaran zarok bêmal mane û çarenûsa wan nayê zanîn û got di gelek nûçeyan de hatiye dîtin ku zarokan neqlê bajarên cuda tên kirin û wiha pê de çû: “Ev dibe asteng ku malbat di wextê xwe de bigihîjin zarokan. Divê ji bo demek diyar li cihekî têkildar bên ragirtin û ji bo ku xizmên wan karibin serlêdanê bikin û ji bo xwedî derketinê divê dem bê dayîn. Divê hem gel û hem jî rayedar wekî saziyên pêwendîdar û dewlet di derbarê zarokan de pir hesas bin, ji bo pêşî li windakirin û windabûna van zarokan bê girtin. Niha tenê em dizanin zarokên ku di bin bermahiyan de hatine derxistin pêşî radikin nexweşxaneyan û tên dermankirin, lê ya ku me ji çapemeniyê bihîst ew e ku wan dibin cihên din. Di vê xalê de em ê jî bikevin nav hewldanan. Li ser vê mijarê niha agahiyek zelal di destên me de tuneye, ji ber ku pêvajoyeke kaos û krîzê heye. Em nizanin ku piraniya wan kesên ku ji bin kavilan hatine derxistin rakirine kîjan nexweşxaneyan. Em ê bi rêya Komîsyona Zarokan a partiya xwe xebatên xwe bidomînin. Em ê li ser radestkirina zarokan bixebitin. Em ê parastina wan zarokên ku xizm û malbatên xwe winda kirine bikin, em ê xwedî li wan zarokan derkevin." 
 
‘Ji her aliyê piştgirî tê kirin’
 
Muazzez, da zanîn ku dema erdhej bûye hawirdora kaoseke cidî hebûye û di koordînasyonê de pirsgirêk derketine û wiha bi lêv kir: “Ji bo rakirina bermahiyan 2 rojan dereng hatin. Kesên ku di 170 saetan de ji Îslahiyeyê sax derketin jî hene. Ger ku ev kaos nebûya dê bi deh hezaran kes sax derketa. Welatiyên ku di bin kavilan de mane li ber xwe didin. Lê bi hezaran kes ji ber kêmbûna alavan, ji ber nelirêtiyên koordînasyonê nekarîn mudaxele bikin û pêvajoya krîzê bi rêve bibin jiyana xwe ji dest dan. Em hemû gelek xemgîn in û êşa hemû gelê xwe parve dikin. Em ê li cem gelê xwe bin. Li Tirkiyeyê bi qasî ku ji destê me hat, ji rojhilat heta rojava hemû gelên Tirkiyeyê seferber bûn û li vir piştgiriyeke mezin pêk hat.”
 
‘Bi awayeke hevpar divê xebat bên kirin’
 
Muazzez, destnîşan kir ku gelek birîndar hene û derûniya wan têk çuye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî ji bo zarokan divê psîkolog û terapîst sewqî herêman bên kirin û di konên li kolanan de tedawiyek bê destpêkirin da ku zarok karibin vê pêvajoyê bi ser kevin. Di aliyê din de jî ev barek giran e. Niha divê ji wê kaosê derbikeve û koordînayoneke cidî bê avakirin. Divê hikûmet dev ji takekesiyê berde û bi şirîkatiya rêxistinên sivîl û muxalefetê û hemû sazî, rêxistin, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên mezin û biçûk ve vê  pêvajoyê bimeşîne. Ji ber ku derdê me ew e ku mirovan bidin jiyîn. Pêwîste xwe bigihînin hemû beşên ku ji erdhejê bi bandor bûne û bi hev re tevbigerin ku bi awayekî saxlemtir vê pêvajoyê derbas bikin. Ev pêvajo bi veqetandin û astengkirinê û tenê navendîkirinê wê nikaribin bi ser kevin. Ji ber vê yekê em bi hev re vê pêvajoyê bi pştgiriyê hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî derbas bikin.”