Baroya Rihayê: Li Rihayê 340 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 13:13 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
RIHA - Baroya Rihayê daneyên derheqê erdhêjê yên nû parve kir. Li gorî daneyan li Rihayê 340 kesî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye, cara ewil bi pileya 7.7 û cara duyemîn jî bi pileya 7.6 hejiya. Li Rihayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 4’emîn de bi dawî bibû. 
 
Baroya Rihayê daneyên derheqê erdhêjê yên nû parve kirin. Li gorî daneyan li Rihayê 340 kesî jiyana xwe ji dest dane. 313 kes li nexweşxaneyê dermankirina wan berdewan dike. 8919 kes jî ji nexweşxaneyê hatine tabûrcûkirin. Her wiha li Rihayê 30 avahî hilweşiyaye û 1122 avahî divê bi lezginî werin hilweşandin.