Foruma têkildarî Komploya Navneteweyî dest pê kir

  • 12:30 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de bi dirûşma "Bi hev re ber bi bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve" dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foruma Sûriyeyê ya têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li Hola Şito ya bajarê Hesekê dest pê kir.
 
150 delege, kesayetên siyasî û hiqûqî yên ji bajarên Heleb, Şam, Cebilê, Lazîqiyê û Humsê û hevserokên partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rûspiyên eşîrên Ereban beşdarî forumê bûne.
 
Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Perwîn Yûsif û endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Sîhanok Dîbo di destpêkê forumê de axivîn û bixêrhatina beşdaran kir. Her wiha qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn.
 
Sîhanok Dîbo bal kişand ser armancên forumê û got: "Em vê roja ku di 1999'an de komplo li dijî Rêber Ocalan pêk hatiye û ji beriya 24 salan ve dewam dike, bi bîr tînin. Em vê forumê li herêma ku Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe, li dar dixin. Em li pêşberî erkeke exlaqî û mirovî ne û divê em hûrgiliyên vê forumê bi hemû dostên gelê Kurd re ku bi bîr tînin, yên ku bawer dikin ku çareserkirina doza Kurd paşeroja dîroka vê herêmê ye.”
 
Dûre sînevîzyonek li ser komployê hate pêşandan û piştre beş hatin nîqaşkirin.
 
Li gorî komîteya amadekar, di forumê de dê 2 beşên sereke bên nîqaşkirin. Beşa yekemîn li ser sedem û faktorên herêmî û navneteweyî yên komployê û bandorên wê ye. Endamê Heyet Tensîq a Tevgera Guhartina Demokratîk Ziyad Wetfe, lêkolînera Navenda Firatê ya Lêkolînan Çinar Salih, çalakvan û çavdêrê siyasî yê ji Sûriyeyê Dr. Ehmed Durzî beşa yekemîn bi rê ve dibin.
 
Dê beşa duyemîn jî li ser rêbazên sekinandina li hember komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan be. Hevserokê PYD'ê Salim Muslim, hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Ebdullah û endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Perwîn Yûsif vê beşê bi rê ve dibin.
 
Tê payîn ku forum îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.