Jinên ciwan ên Reqayê li dijî komployê çalakiyek li dar xist

  • 12:19 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Reqayê kon veda û çalakiyek lidar xist.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oalan hatibû destpêkirin û dîl girtin, li pêşiya Meclîsa Giştî ya Reqa çalakiya kon dan destpêkirin.
 
Ciwanan bi dirûşma "Ciwan Fedayê Rêber Apo ne" kon danîn û pêşangehek ji wêneyên Abdullah Ocalan li qadê vekirin. 
 
Li vir li ser navê Meclîsa Şehîd Hêlîn Cûdî daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku Komploya Navneteweyî negihişte armanca xwe û got: "Yên digotin wê bi girtina Rêber Apo dawî li vê fikir û îdeolojiyê bê, negihiştin armanca xwe. Raman û felsefeya Rêber Apo belavî hemû cîhanê bûye.”