‘Bi erdhêjê demografyaya Kurdistanê tê guhertin’

  • 10:00 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, destnîşan kir ku bi erdhêjê demografyaya Kurdîstanê tê guhertin û got: “Li bajarên metropolan lîberalîzm û takekesî heye. Lê belê li vir civakîbûn û jiyanek komûnal heye. Bi neçarkirina koçberkirinê dixwazin vê jiyanê ji holê rakin.”
 
Di encama erdheja navenda wê Mereş û Dîlok de de zêdeyî 10 bajar bi giranî bi bandor bûn. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan kes bê war man. Di encamê de bi 10 hezaran avahiyên pirqat hilweşiyan. Welatiyên ku bêwar man neçar dimînin ku berê xwe bidin bajarên din. Ev jî carek din polîtîkayên koçberkirine dixe rojevê. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer, têkildarî mijarê axivî.
 
‘Şêwaza jiyana gel tê guhertin’
 
Yasemîn, diyar kir ku ew polîtîkayên koçberkirinê ji salên 90’î ve dizanin û wiha axivî: “Mixabin rastiyek vê erdnîgariyê ya erdhêyê heye. Li şûna ku dewlet vê mijarê bifikire û li ser bisekine, gel mexdûr dibe û dide koçberkirin. Bi erdhêjê re em dibînin ku gelek kes berê xwe didin bajarên metropolên Tirkiyeyê. Polîtîkayên bêmirovhiştinê rastiyekê erdnîgariya Kurdîstanê ne.  Divê mirov bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Lê li Tirkiyê polîtîkayên berevajiya wê tên kirin. Koçberî di jiyana gelan de îstikeke xirab e. Têkiliya mirovan ya bi axê re tim xurt bûye.  Bi koçberkirinê re şêwaza jiyana gel jî tê tunekirin û pê re demografyaya Kurdîstanê tê guhertin. Ji ber ku bajarên erdhêj li wan pêk hatin zêdetir bajarên kurdan e.”
 
‘Em ê xwedî li axa xwe derkevin’
 
Yasemîn destnîşan kir ku bi piştgirîya bi hev re mirov dikare xwe ji xeteriya koçberiyê rizgar bikin û got: “Gava kurd koçberî bajarên din ên metropolan tên kirin kirin tê xwestin ku nasnameya xwe ji bîr bikin. Polîtîkayên koçberkirinê di her serdemê de bi cûrbecûr şêwazan hatine kirin. Lê belê kurda hertim li dijî polîtîkayên koçberkirinê li ber xwe dane û tim hewil dane ku nasnameya xwe biparêzin. Divê em xwedî li axa xwe derkevin. Rastî kerasetek heye lê bi piştgirîya bi hev re em dikarin gelê xwe ji vê xetereyê rizgar bikin.”
 
‘Tê xwestin jiyana komînal were tunekirin’
 
Yasemîn, bilêv kir ku jiyana Gelê Kurd jiyanek wekhev û komînal e û got: “Hem ciwan hem pîr û kalên me rixmî zehmetiyên xwe di vî pêvajoyê de gel tenê nehiştin. Li bajarên metropolan lîberalîzm û takekesî heye. Lê belê li vir civakîbûn û jiyanek komûnal heye. Bi neçarkirina koçberiyê  dixwazin vê jiyanê ji holê rakin. Di her kerasetê de girîngiya ax û welêt derdikeve holê. Tiştên ku me heyî dikin, ziman, çand, dîrok û nasnameya me ye. Ji bo ku hebûna gelekî were windakirin polîtîkayên şerên taybet dixin dewreyê. Yek ji wan jî têkiliya mirov a bi axê re qût kirin e.  Hem jî bi vê yekê re pêşxsitina polîtîkayên bişaftinê dikin dewrÊ. Ev mijarek girîng e û divê zêdetir mirov li ser biksekine.”
 
‘Tiştên ku hatin serê gel tucarî nayên jibirkirin’
 
Yasemînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Gelê Kurd dê birînê xwe bi xwe bipêçe û got: “Desthîlatdarek wisa bifikirin ku bihayê guleyekê ji gel dipirse wê hesaba ewqas windahiyên erdhêjê çawa bide gel. Ev şert û mercên ku gel tê de ye tu carî nayên jibîrkirin. Amed birînên xwe bi xwe pan û ne tenê yên xwe di heman demê de birînên bajarên din jî dipêçe. Pêvajoya dijwar piştî vê demê dest pê dike. Hem ji aliyê derûnî û trawmatîk hem jî ji aliyê şert û mercên ji bo pêşerojê dê xebat werin destpêkirin.”