Nurhaqa ku dewlet neçûyê dilxwaz çûnê: Dewlet tenê ji bo cenazeyan derxe hat

  • 09:48 14 Sibat 2023
  • Rojane
Dilan Babat
 
MEREŞ - Gulcan Taşkiran a ku bi dilxwazî çû navçeya Nurhaqê ya Mereşê da zanîn dewlet wekî her derê li Nurhaqê jî di bin kavilan de maye. 
 
Ji ber erdheja navenda wê Bazarcixa Mereşê bû gelek bajarên Kurdistanê hilweşiyan û bi hezaran kes hîn di bin kavilan de ne. Yek ji cihê herî zêde ji erdhejê bi bandor bû Elbîstan e. Li vir welatî bi derfetên xwe û yê dildaran hewl didin li ser piyan bisekinin. Di bin şerdên hewayê yên dijwar de welatiyên li gundan bi derfetên xwe yên kêm li hinek cihan kom bûne. Ji ber rê girtîbû AFAD sê roj şûnde gihaşt Nûrhaqa Mereşê. Tevî ku rê girtî jî bû dilxwazên ji bo mexdûrên erhejê di roja duyem de derbasî gund bûn. Gelek avahiyên li vê kuçeyê hilweşiyan û gelek mirov jî di bin kavilan de li hêviya rizgarkirinê man. 
 
Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkıran çavdêriyên xwe yên derbarê Nurhaqê ragihand. 
 
'Welatî bi fikar bûn' 
 
Gulcanê da zanîn ku piştî du rojan serê sibehê çûne lê belê ajokarê wan dibir jî bi guman bû û nîqaşên çûyînê yan jî neçûyînê hatine kirin û piştre xwe gihandine gund. Gulcanê wiha got:"Sermayek pir zêde hebû. Mirovên li wir li qadê li cihekî kom bûbûn. Yên cenazeyê wan hebûn hîn cenazeyên xwe negirtibûn. Dewlet jixwe di bin kavilan de mabû. Sibeha em çûbûn kon hîn nû hatibûn ew jî bi TIR'ên dilxwazan şandibûn. Yên wir bi fikar bûn digotin kesê alîkariya me neke."
 
'Hestê dewlet tune ye serdest bû'
 
Gulcanê bi lêv kir ku li Nurhakê gel bi derfetên xwe hemû tişt kirine û wiha pê de çû:"Mirovan li wir însiyatîfa xwe bi kar anîn û xwarin çêkirin û belav kirin. Tenê avahiyek sax mabû û mirov li wir kom bûbûn. Me tundiya dewletê ya hem fîzîkî hem jî derûnî bi her hawî dît. Dema em çûn welatiyên li wir me hembêz kirin û gotin ew di nava nediyarbûnekê de ne. Welatiya travmayek derbas kiribûn."
 
 Ajal ji sermayê mirine
 
Gulcanê da zanîn AFAD piştî wan hatiye û wiha got:"Me çend kon vedan lê belê pir sar bû pêdiviyên germkirinê piştre hatin. Mirovan rûniştina li ser kursiyê tercîh dikirin. Ekîba dildar a ji Amasyaye hatibû xwarina germ da. Heta wê rojê bi nan û penîr îdare kirine. Me ji serokê şaredariyê pirs kir lê belê nexwest bersivê bide. Tê texmînkirin ku li navenda Nurhaqê 50 mirovî jiyana xwe ji dest dane. Dihat gotin esil hilweşin li Kullarê pêk hatiye. Leşkeran nedihiştin kes têkevin wir. Jineke 60 salî ji ber di nava nivîngehê de bû sax maye. Li Kullarê gelek hindik mirov mabûn. Me dît ku gelek ajal ji ber sermayê mirine."
 
Ji ber bertekan şaredarî xebitiye
 
Gulcanê bi lê kir AFAD piştî çend rojan hat Nurhakê û karê tehliyekirinê dest pê kir û wiha got:"Yên hatin tehliyekirin jî şandin cihên rêxistinên girseyî amade kirine. Şaredariyê û mirovên li wir dildar bi hev re hewl didan tiştekî bikin. Lê belê şaredariya li wir pir giran dixebitî loma ev jî bû sedema bertekan. Li ser bertekan şaredarî ket nava tevgerê. Em dikarin bêjin dewlet di bin kavilan de ma. Divê em vê rastiya dewletê mirov di bin kavilan de hişt ji bîr nekin. Bi rojan e li Kurdistan û Tirkiyeyê rêxistinên demokratîk alîkariya mexdûrên erdhejê dikin. Dewlet tenê di roja şeşan de hat û tenê ji bo cenazeyan derxe hat."
 
'Jin di warê gihandina ped û bincilan zehmetiyê dikşînin' 
 
Gulcanê bi lêv kir ku di erdhejê de jin di plana duyem de ne û wiha got:"Jin di warê gihandina ped û bincilan zehmetiyê dikşînin. Destavek heye lê ew jî xetimiye. Zarok di warê famkirina bûyerê de zehmetiyan dikşînin û travmayekê dijîn. Jinan ped û bincil ji me xwestin. Leşkeran di roja pêncan de kon vedan. Ne ji leşkeran ji me xwestin."
 
Pirsgirêka xwirek û kon
 
Gulcanê da zanîn ku pirsgirêka derman, xwirek û kon jî heye û wiha bi dawî kir:"Welatiyan bi derfetên xwe cihekî dermana veqetandine. Ji me sê heval tendirustivan bûn û ew jî tevlî xebatê bûn. Li wir yê temenmezin û nexweş hene. Mirovan li wir bi rojan li dijî serma û nexweşiyê li berxwe dane. "