'Plana komployê bi temamî vala hat derxistin'

  • 09:05 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Têkildarî komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Berdevka Tevgera TAJÊ ya Şengalê Suham Şengalî diyar kir dema ew fikir, felsefe û ramanên Abdullah Ocalan digirin dest, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest, ji bo gelê Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê wekî felsefeyek nû, felsefeyek azadiyê digirin dest û wiha got:"Ji bo vê hemû gelên bindest Rêber Apo dibînin, li ser fikir û ramanên wî perwerde dibin, xwe zane dikin, dibin hêz, dibin îrade û bi vî awayî li ser bingeha jiyanek azad û wekhev dikarin bijîn."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala ku di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Di ser komployê de 24 sal derbas bû. Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev du sal in jî tu agahî jê nayê girtin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Şengalê Suham Şengalî komploya navneteweyî û der barê tecrîda giran a li ser Abdullah Oalan tê meşandin axivî. Suhamê wiha got:"Hêzên navneteweyî bi girtina Rêber Abdullah Ocalan gelê kurd û tevgera azadiyê hedef girt, xwestin bi vê komployê tevgera azadiyê tesfiye bikin."
 
'Xwestin bi vê komployê tevgera azadiyê tesfiye bikin'
 
Suhamê di destpêkê de komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got:"Di serî de em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullan Ocalan şermezar dikin. Komplogeran hedef kiribûn ku çîrûska ku ji bo gelê kurd û gelê bindest bûbû hêvî û ronahî bitefînin.Hêzên navneteweyî bi girtina Rêber Abdullah Ocalan gelê kurd û tevgera azadiyê hedef girt, xwestin bi vê komployê tevgera azadiyê tesfiye bikin. Qirkirinên li dijî çand, ziman û nasmaneya gelê kurd ku her pêk dianîn, bi girtina Rêber Apo xwestin encam bigirin."
 
Hêzên komploger bi ser neketin
 
Suhamê bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komploya navneteweyî de û wiha pê de çû:"Plankirina vê komployê ne tenê bi destên dewleta tirk e, hêzên navneteweyî jî di nav de hene. Emerîka, Îsraîl û gelek dewletên din di pêkanîna vê komployê de rol lîstin. Hêzên navneteweyî û bi taybet dewleta tirk dîtin ku bi têkoşîna Rêbertî û tevgera azadiyê re kurd ji nû ve zindî bûn, bûn xwedî hêz, îrade û li pey maf û zimanê xwe ketin û ya herî girîng li pey lêgerînên azadiyê ketin. Ev ji bo xwe metirsî dîtin û bi girtina Rêbertî re xwestin vê bi temamî tesfiye bikin, bê guman bi ser neketin."
 
'Hêzên komploger dixwazin planên xw yên qirkirinê nû bikin'
 
Suhamê bal kişand ser fikir û ramanên Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir:"Dema em fikir, felsefe û ramanên Rêber Apo digirin dest, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest, ji bo gelê Rojhilata Navîn û ji bo mirovahiyê wekî felsefeyek nû, felsefeyek azadiyê em digirin dest. Ji bo vê hemû gelên bindest Rêber Apo dibînin, li ser fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde dikin, xwe zane dikin, dibin hêz, dibin îrade û bi vî awayî li ser bingeha jiyanek azad û wekhev dikarin bijîn. Ji bo vê em dikarin bêjin Rêberekî neteweyî, Rêberekî mirovahîyê ye. Ev komplo jî li dijî tevahî gelê kurd û gelê herêmê ye. Hêzên komploger dixwazin planên xw yên qirkirinê nû bikin. Em dema behsa Rêbertî dikin, tenê ji bo gelê kurd behs nakin, ji bo tevahî gelê bindest û ji bo mirovahî bû fikir û felsefek nû ya azadiyê, em behs dikin."
 
'Plana komployê bi temamî vala hat derxistin' 
 
Suhamê da zanîn ku plana komployê bi temamî vala hat derxistin û wiha got:"Hêzên navneteweyî fikir dikirin ku bi girtina Rêber Apo wê her tişt hilweşe, tesfiye bibe. Bi biryara darvekirinê Rêbertî radestî Tirkiyeyê kirin. Gelê herêmê û gelê kurd bi çalakiyan û xwepêşandanan rê li pêşiya vê girtin. Rêbertî dema dibêje 'Li Îmraliyê komplo têk çû'  balê dikşîne ser pirtûk û parêznameyên ku li Îmralîyê nivîsandine. Bi sekin, berxwedan û helwesta Rêbertî û gelê kurd em dikarin bêjin plana komployê bi temamî vala hat derxistin û tiştên ku texmîn nedikirin derketin pêş wan. Bi vê yekê komploger gelek bi hêrs bûn, ji bo vê di astek herî jor de êrîş dike, tecrîdê girantir dike û ev hemî nîşaneyên hêrsbûna dijmin e."
 
Girîngiya fikir û ramanên Abdullah Ocalan
 
Suhamê da zanîn eger beriya fermanê me ji nêz ve fikir û felsefeya Rêbertî nas bikira û li ser vî esasî me xwe bi rêxistin bikira, hêzên xwe yên parastinê ava bikira bê guman em ê li pêşiya êrîşek evqas dijwar bikaribiya bêtir rawestiya û wiha got:"Civaka Êzîdî piştî fermanê ji nêz de fikir û ramanên Rêbertî nas kir. Di demek herî zor, zehmet û teng de ku li ser vê civakê ferman rabû, yê ku gel ji vê qirkirinê rizgar kir fikir û felsefeya Rêber Apo û şagirtên wî bûn. Eger beriya fermanê me ji nêz ve fikir û felsefeya Rêbertî nas bikira û li ser vî esasî me xwe bi rêxistin bikira, hêzên xwe yên parastinê ava bikira bê guman em ê li pêşiya êrîşek evqas dijwar bikaribiya bêtir rawestiya û me yê karibûya rê li pêşiya qirkirinê bigirin."
 
Dixwazin planên xwe mayinde bikin
 
Suhamê da zanîn bi êrişan sîstema demokratîk û ya Xweseriya Demokratîk dibin hedef û wiha dewam kir:"Di roja me ya îro de gelek êrîşên dijwar li ser civaka me ya Êzîdî hene, bi van êrîşan sîstema Rêveberiya Xweser, sîstema hevserokatî û projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk tê hedefgirtin. Her wiha polîtîkaya valakirina Şengalê bi rêka şerê taybet didin meşandin. Ev hemî jî bi armanca bêîradehiştina civaka Êzidî tê kirin. Êrîşên li ser Şengal, Rojava, herêmên parastina medya û girankirina tecrîda li ser Rêbertî ev hemû bi hev ve girêdayîne, esas navenda ku vî şerî têk dibe jî Îmralî ye. Dijmin dibîne ku nagihêje hedefa xwe vê carê tecrîdê giran dikin, cezayên dîsîplînê li ser Rêbertî ferz dikin, bi vî awayi dixwazin planên xwe mayinde bikin."
 
'Heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin em ê ranewestin'
 
Suhamê bi lêv kir ku ew wek jinên êzîdî û bi taybet wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî gelek çalakiyên cur be cur ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li dar dixin û wiha got:"Eger em dixwazin bi awayekî azad bijîn divê em têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn xurtir bikin. Wek civaka Êzîdî û bi taybet jinên Êzîdî parçeyek ji têkoşîna me ya esasî şikandina pergala li Îmralî û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Wek jinên êzîdî ev soz e ji bo me, heta em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger nekin em ê ranewestin û em ê heya dawî jî vê dewam bikin. Ji ber ku Rêbertî di rojên herî teng de li me xwedî derket, divê em jî wek deynekî bigirin ser milê xwe û xwe deyndarê Rêbertiya xwe hîs bikin."