‘Yên bûn sedema kavilan wê di bin kavilan de bimînin’

  • 09:03 14 Sibat 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta Piştevaniya mor Dîdar Gul diyar kir ku ew di alî peydakirina hewcedariyên jinên herêma erdhêjê de zehmetiyan dikşînin û bi lêv kir ku ne jin wê yên berpirs di bin kavilan de bimînin.
 
Piştî erdhêja mezin a ku navenda wê Mereş bû pêk hat şûnde, Piştevaniya Mor banga piştevnaiyê kir û ji bo alavên paqijiyê yên jin û zarokan ‘Konê piştevaniya jinan’ ava kir. Aktîvîsta Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku aktîvîstên diçin herêmê li gorî çavdêriyên wan derketiye holê ku jin di alî xwestina hewcedariyên hîjyenê de zehmetiyan dikşînin û ji ber vê ji bo pêşî li nexweşiyan bê girtin hewl didin ku tuwaletên seyar bibin herêmê. Dîdarê wiha got: “Ez banga piştevaniyê li jinan dikim. Em dizanin kê ev kavil afirandin, lê ne jin wê berpirs di bin van kavilan de bimînin.”
 
‘Em ê li dijî nexweşiyan tuwaletên seyar bibin’
 
Dîdarê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Me wek Piştevaniya Mor çawa erdhêj pêk hat, ji bo hewcedariyên jin û zarokan bang kir. Gelek aktîvîstên Piştevaniya Mor ji bajarên çûda çûn Antakyayê û li wir Konê Piştevaniya Jinan ava kir.Jin li wan deran nikarin xwe bigihînin alavên hijyenê. Ji ber alîkarî dereng diçin hewcedarî jî zêde derketin. Me ev kon jî ji bo ku jin xwe rehet bigihîninê ava kir. Niha hewldanên me avakirina tuwaletên seyarin.Ji ber şertên bêhijyen jin dikarin nexweş bikevin. Ji bo pêşî li vê bê girtin em hewl didin.”
 
Dîdarê wiha dawî lê anî: “Aktîvîstên me çûn herêmê dibêjin jin hewcedariyên xwe bi rehetî naynin ziman.Hewldana me eve em ji bo jinan qadên rehet biafirînin. Em jin hewl didin bi piştevaniya jinan birînên jinên wir bikewînin. Yên ev kavil afirandine em baş dizanin û em dizanin ku wê bên darizandin. Ne jin wê berpirs bên darizandin.”