Polîsan êrîşê çalakiya karkeran kir

  • 21:40 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Polîsan êrişî çalakiya Yekîtiya Karker û Kedkaran kir. Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
 
 Yekîtiya Karker û Kedkaran xwest bi dirûşmeya ‘Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje’ li ber Cevahîr AVM'yê ya li Şîşliyê xwest daxuyaniyekê bide. Polîsan êrişî çalakiyê kir. Di êrişê de herî kêm 20 çalakger hatin binçavkirin. Nehat hînkirin ku kesên binçavkirî birine ku derê. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu jî piştgirî da çalakiyê.
 
 Li vir Parlementerê HDP'ê Musa Pîroglu axivî. Musa wiha vegot: "Ez tevlî merasîma cenazeyê Eylam Aydinê bûm û hatim. Aydin 5 rojan di bin kavilan de ma, li bend avîncê bû, lê jiyana xwe ji dest da. Li Hatay, Mereş, DÎlok û Semûrê hê jî mêzî 150 hezar mirov di bin kavilan de ne. Ji ber ku alîkarî nehat kirin, vînç nehat şandin, ji serma qerisî. Hemû cîhan rabû ser pêyan ji bo alîkariyê, kezeba he rkesî şewitî. Lê kezeba yên li qesrê neşewitî. Û ew ji bo li vir dengê me derneyê, me dorpêç dikin. Bila bibihîsin, em ê wê kavilê rakin. Em gel in, em tên cem hev. Em ê van tiştên tên kirin ji bîr nekin. Em ê wan têxin bin wan kavilan, ji bo careke din dernekevin."
 
 Polîsan  demeke dirêj  dor li Musa Pîroglu girtin.