Yekem rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê derket

  • 21:10 13 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê, rapora ewil a tespîtkirina xesarê weşand. Li gor raporê 33 hezar û 143 avahî pirxesar dîtine û divê 153 hezar û 506 daîreyên van avahiyan demildest bên xerakirin.
 
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê, piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, li 13 bajaran dest bi tespîtkirina avahiyên xesardîtî kiribû.
 
Wezaretê rapora ewil a tespîtkirina xesarê belav weşand. Li gor raporê ku li Mereş, Hatay, Edene, Semsûr, Amed, Meletî, Xarpêt, Dîlok, Kayserî, Kilîs, Nîgde, Osmaniye û Rihayê xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xesardîtî hatiye kirin, 33 hezar û 143 avahî pirxesar dîtine û divê 153 hezar û 506 daîreyên van avahiyan demildest bên xerakirin.