Li Amedê avahiyek hat valakirin

  • 20:26 13 Sibat 2023
  • Rojane
AMED- Avahiya Altinkaya ya 9 katî ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Nêzî Pira Seyrantepe, ji ber rîska hilweşînê hat valakirin.
 
Piştî erdhêja bi pêla 7.7 û 7.6 ku  navenda wê Mereş bû  pêk hat şûnde gelek bajarên herêmê bi bandor bûn. Yek ji bajarên ku gelek avahî lê hilweşiyan Amed bû. Avahiya Altinkaya ya 9 katî ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li Nêzî Pira Seyrantepe, ji ber rîska hilweşînê hat tahliyekirin.
 
Di avahiya ku dora wê hat girtin, anonsên hişyariyê hatin kirin û avahiyên ligel wê jî hatin valakirin. Navenda Dan û Standinê ya nêzî avahiyê jî hat tahliyekirin.
 
Riya Amed-Riha ku ji ber avahî nêz bû jî ji trafîkê re hat girtin.