Kesên di erdhêjêde jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin

  • 19:46 13 Sibat 2023
  • Rojane
ŞIRNEX- Cenaza 7 kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dabûn li Şirnexê hatin definirin.
 
Piştî erdhêjên bi pêla 7.7 û 7.6 yên navenda wan Bazarcix û Elbîstan a Mereşê bû pêk hatin gelek bajar bi bandor bûn. Xebatên di kavilan de di roja 8’an de berdewam kir û cenaze hîna jê tên derxistin. 7 kesên di bajarên cuda di bin kavilan de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûnli navçeyên Cizîr û Şîlopiyê ya Şirnexê hatin definkirin.
 
Hediye Turgut û keçên xwe Reyyan û Azîme Turgut yên li Dîrokê di bin kavilan de man, cenaza wan ji aliyê malbatê ve hat teşîskirin û li Cizîrê hatin definkirin.
 
Şukran Deger û hevjînê wê Kadîr Deger yên li Antakya Hatayê di bin kavilan de man cenaza wan piştî rojan şûnde hat derxistin û malbatê girtin û anîn Cizîrê definkirin.
 
Selîm Tanrikulu û Suleyman Atiz li Bazarcixê di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazê wan li Sîlopiyê hatin definkirin.