‘Em biryara li dijî perwerdê qebûl nakin’

  • 19:33 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL- Xwendekarên zanîngehê  piştî erdhêja Mereşê ku hat diyarkirin wê zanîngeh derbasî perwerda ji dûrve bibin û yurd ji erdhejzedeyan re bê vekirin, çalakiya protestoyî pêk anîn û diyar kirin ku ew girtina mafê perwerda a ji destê wan hatiye girtin qebûl nakin.
 
Xwendekar bi armanca ku piştî erdhêjê perwerda ji durve hatiye destpêkirin protesto bikin li qdaa Beyazit hatin gel hev û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
 
Xwendekaran di daxuyaniyê de wiha vegot: “Hewl tê dayîn ku birînên ku erdhêjê li her alî welat kiriye bê kewandin lê rayedaran biyarek girt û em bi fikar vê biryarê dişopînin. Biryar di 11’ê Sibata 2023’an de hat girtin û hat gotin wê yurdên KYK’ê ji erdhejzedeyan re bên vekirin. Ev wê pirsgirêkên mezintir bixwe re bînin. Biryara hatiye dayîn pêngavek şaş e. Em vê pêkanîna ku mafê perwerda me ji destê me hatiye girtin qebûl nakin.”