Der barê Umît Ozdag de serlêdana sûc

  • 18:53 13 Sibat 2023
  • Rojane
RIHA – Baroya Rihayê  der barê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag de ku gotibû ‘penaberên Sûriyeyê şêlandinê dikin’ de serlêdana sûc kirin.
 
Navenda Koçberiyê ya Baroya Rihayê li ser malpera xwe ya dîjîtal ragihand ku wan  der barê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag de ji ber gotinên wî yên ku gotibû ‘Sûriyeyî li cihê kavilan şêlandinê dikin’ serlêdana sûc kirine.
 
Baroya Rihayê ji bo vê ev tişt gotin: “Umît Ozdagê ku bi axaftinên nijadperestî û nefretê yên li hemberî penaberên sûriyeyî raya giştî tehrîk dike, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeo û belgeyên nerast belav dike. Gumanbar bi van kiryaran sûcê tehrîkkirina kîn û dijminatiyê li gel dike û kiryarên xwe didomîne. Navenda me li ser navê baroyê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kiriye."