Alîkariyên HDP dişînin tên desteserkirin

  • 18:35 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE- Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ku ji bo herêmê alîkarî şand 4 TIR hatin desteserkiri nû yek jî şûnde hat şandin.  Kamyonek alîkarî û 30 konteynir ji aliyê polîs û ekîbên AFAD’ê ve hatin desteserkirin.
 
Piştî erdhêjên bi pêla 7.7 û 7.6 yên navenda wan Bazarcix û Elbîstan a Mereşê bû pêk hatin gelek bajar bi bandor bûn. Xebatên di kavilan de di roja 8’an de berdewam kir û cenaze hîna jê tên derxistin. Alîkariyên ku Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dişîne jî tên astengkirin.
 
Kon hatin desteserkirin
 
Li gorî daneyên navendê li Semsurê  TIR’a ku kon têde bûn ji aliyê AFAD’ê ve hatine desteserkirin û li Besnî a Semsurê jî hezar û 500 kon hatine desteserkirin. 2 TIR’ê ku 120 jenerator û gelek sobeyên ceyranê têde bûn jî ji aliyê AFAD’ê ve hat desteserkirin. Kamyonek alîkariya ji Panos a Agiriyê hatibû hat desteserkirin.
 
TIR a ji Elkê ya Şirnexê hatibû şandin jî hat desteserkirin.  30 konteynirên ku karsazekî  ji ser Navenda Koordînasyonê şandibûn jî di têketina Mereşê de ji aliyê AFAD û ekîbên polîsan ve hatin desteserkirin.  TIR’a alîkariyê ya ji Îzmîrê ji bo Osmaniyê hat şandin jî li Edenê şûnde hat vegerandin.