Li Şirnexê gelek herêm 15 rojan hatin qedexekirin

  • 18:13 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX – Li Şirnexê Çiyayê Cûdî, Herêmên Feraşîn û Besta jî nav de gelek herêm ji bo 15 rojan wek ‘Herêmên ewlehiyê yên taybet’ hatin îlankirin.
 
 Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku gelek herêmên di nav sînorên navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban û Elkê yên Şirnexê ji bo 15 rojan wek ‘Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî’ hatine îlankirin.
 
 Walîtiyê diyar kir ku herêmên Herêma Çiyayê Cûdî, Besta, Kureşîn, Kela Memê, Çiyayê Gabar, Tenîn di nav de gelek herêmên di nav sînorên Şirnexê, navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê hatine qedexekirin û ev herêm di navbera 15’ê sibatê heta 1’ê adarê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet ên Demkî’ hatine îlankirin.