Saziyên koçberî û penaberan: Pêdivî heye ku em li gel hev bin

  • 16:24 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên di qada koçberî û penaberan de dixebitin li dijî êrişên nefret û nîjadperestiyê got:"Pêdivî heye ku em li gel hev bin."
 
Piştî erdheja navenda wê Mereş bû dîmenên êrişên nefret û nîjadperestiyê derketin pêşberî me. Saziyên di qada koçberî û penaberan de dixebitin li dijî êrişên nefret û nîjadperestiyê got:"Pêdivî heye ku em li gel hev bin." Van saziyana metneke hevpar parve kirin û banga bidawîkirina vê tundiyê kirin. Her wiha di vê bangê de qal kampanyaya wê li ser hesabên medyaya dîjîtal bên lidarxistin hat kirin. Ev bangewazî zimanên Kurdî,Erebî, Farisî, Ermenî, Rûsî bi sernavê "Pêdivî heye ku em li gel hev bin" hat parvekirin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Pêwîstiya me bi piştgirî û pêkvejiyanê heye!
 
Li welatê me çendîn erdhejên wêranker pêk hatin û piştî van erdhejên wêranker, ji herêmên afetê nûçeyên tundiyê belav dibin ku ev yek bi me gişan re tirs û metirsiyekê çêdike. Di demeke wiha de pêwîstiya me bi piştgirî û pêkvejiyanê heye.
 
Erdhejan li bajarên Dîlok, Hatay, Riha, Kilîs, Edene û Osmaniye ku gelheyeke zêde ya koçber û penaberan lê dijî, rûxsar û rûxandineke mezin pêk anî. Lewra di nava erdhejzedeyan de koçber û penaberên ku rêjeya wan digihîje milyonan jî hene. Wekî hemû kesên li herêmê, ziyan gihiştiye koçber û penaberan jî; xizmên wan jî bûne qurbanî, ew jî bêmal mane; ji ber vê yekê, ew jî herêmê diterikînin.
 
Piştî vê karesatê, mixabin, li herêma karesatê û bajarên derdorê, agahiyên çewt û nerast, îdiayên berovajîkirî û dezenformasyon li ser torên medyaya dîjîtal belav dibe û ev yek rê li ber kaoseke civakî, dubendî û şerî vedike.
 
Di dema qeyranan de eger mirov hemû aloziyê bixe stuyê koçber û penaberan, ev yek dê bibe sebep ku tenê şer gurtir be.
 
Di demeke wiha de ku hemû dinya dibe şirîkê vê şînê û em hemû bi rihê piştgiriyê dibin yek, ji dêvla hêrsê em birînên hev bipêçin!
Çimkî hem êşên me û hem jî hêviyên me hevpar in.
 
Divê em li hemberî naverok û parvekirinên ku hinekan hedef nîşan didin, yan tê de provokasyon, manîpulasyon û dezenformasyon heye, dûr bisekinin û li hemberî wan kes û saziyan piştgiriyê bidin hev.
 
Ji ber vê yekê, em daxwazê ji siyasetmedar û aktorên bihêz ên rayagiştî dikin ku li hemberî wan bizav û kesan helwêstekê wergirin ku hewil didin aştiya civakî têk bibin. Her wiha em dixwazin ew bang li civatê bikin da ku welatî bi aqilê selîm tev bigerin û aram bimînin.
 
Banga me ji bo hemû kes û weşankarên li herêma karesatê ev e; di parvekirinên xwe de zimanekî cudaxwaz bi kar neyînin, kesekî hedef nîşan nedin; bi fêhm û feraseteke bêalî û bi berpirsiyarî tev bigerin."
 
Ji bo beşdariya medyaya dîjîtal a kampanyayê:
 
Erebî: ! نحن بحاجة إلى التضامن والعمل معا
 
Farisî: ! ما به همبستگی و با هم بودن نیاز داریم
 
Kurdî : Pêwîstiya me bi piştgirî û pêkvejiyanê heye!
 
Rûsî: Мы нуждаемся в поддержке и в воссоединении!
 
Ermenî: Կարիքը ունինք միասնութեան և միաբանութեան!
 
Îngilizî: We need solidarity and a united stand!