Li Dîlokê muteahîdê avahiya Baharê hat girtin

  • 15:19 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Muteahîdê Avahiya Baharê ya pirqat ku li navçeya Şehîtkamîl  di erdehjê de hilweşiya Mûstafa Ûncûoglû yê di 11’ê Sibatê de li Stenbolê hatibû binçavkirin îro hate girtin.
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî avahiyên di erdhejê de hilweşiyan der barê 62 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Muteahîdê Avahiya Baharê ya pirqat a li navçeya Şehîtkamîl ku di erdehjê de hilweşiya Mûstafa Ûncûoglû di 11’ê Sibatê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku muteahîd îro piştî derxitine dozgeriyê hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
Li avahiya Baharê herî kêm 9 kesî jiyana xwe jidest dabû.