Li Îslahiyeyê jinek piştî 170 saetan hat xilaskirin

  • 14:53 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
DÎLOK - Li Îslahiyê jina bi navê Sîbel Maya piştî 170 saetan hat xilaskirin. 
 
Li navçeya Îslahiyê ya Dîlokê li avahiya Zaman ya 5 qat ku hilweşiya, hat zanîn ku di encama lêgerînan de gihîştine jêrzemînê. Sîbel Kaya ya 40 salî ku di bin bermahiyan de ma, piştî 170 saetan hat xilazkirin. 
 
Hat zanîn ku Sîbel pişre sewkî Nexweşxaneya Dîlokê hatiye kirin.