Di bin kavilên avahiya Sozelê de kesek ma lê dawî li xebatê tê anîn

  • 13:26 13 Sibat 2023
  • Rojane
AMED - Hat hînbûn di bin kavilên avahiya Sozelê de kesek ma lê dawî li xebatên lêgerînê tê anîn.
 
Ji ber erdheja navenda wê Bazarcixa Mereşê bû bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Di roja heştemîn a erhejê de hîn bi hezaran kes ji bin kavilan nehatine derxistin. Yek ji avahiyên ku hilweşiyane ya bi navê Avahiya Sozelê ye. 
 
Hat hînbûn di bin kavilên avahiya Sozelê de kesek ma lê dawî li xebatên lêgerînê tê anîn û derbasî dereke din dibin. 
 
Her wiha kêşana nûçegîhana me ji aliyê polîsan ve hat astengkirin lê belê polîs destûrê didin xebatkarên medyaya hawiz.