Rojnamegerên girtî: Divê nûçeyên kêrî civakê tên, bên çêkirin

  • 13:08 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Rojnamegerên girtî yên li ser felaketa erhejê peyama xwe bi rê kirin wiha gotin:"Ev ne felaket komkujî ye. Em bang li hempîşeyên xwe dikin divê nûçeyên kêrî civakê tên, bên çêkirin."
 
9 xebatkarên JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê yên ji 29'ê Cotmehê de ye di Girtîgeha Sîncanê de tên girtin têkildarî erheja navenda wê Mereş bû peyam şandin. 
 
Rojnamegeran ev erhej wekî komkujiyekê pênase kirin û banga li hempîşeyê xwe yên li qadan kirin. 
 
Peyama rojnamegeran wiha ye:
 
"Em di serî de sersaxiyê ji gel re dikin. Ji roja ewil a erhejê em ji televizyon û rojnameyan tiştên tên jiyîn dişopînin. Ev tabloya heyî nîşanî me dide ku ev ne felaket komkujî ye. Ji bo piştevaniyê me alîkarî organîze kir. Em jî ji roja ewil de hem êş hem jî hêrsa vê erdhejê dijîn. Me bi girtiyên din ên li girtîgehê xwest ji bo piştevaniyê alîkariyê bikin lê ev yek ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin. Lê belê israra me ev astengî derbas kir. Hempîşeyên me yên li qadan jî hatin astengkirin em vê yekê şermezar dikin. Em bang li hempîşeyên xwe dikin divê nûçeyên kêrî civakê tên, bên çêkirin.Em li ji vir hestên xwe yên piştevaniyê radigihînin. "