TEV-DEM: Em îsal bikin destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

  • 12:48 13 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê dereberê komploya 15'ê Sibatê de diyar kir ku çareserî bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nabe û wiha got:"Em îsal bikin destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.
 
TEV-DEM'ê komploya navneteweyî şermezar kir û got, "Rêber Ocalan nûnertiya îradeya gelan û civakên bindest dike." Her wiha diyar kir ku berxwedana dîrokî ya Ocalan a li Îmraliyê bendên komployê şikand.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Tevgerên dîplomatîk, ewlehî û siyasî yên metirsîdar yên di navbera gelek dewletên herêmî û navneteweyî de, yên di çarçoveya planeke hevbeş a bi koordîneya îstîxbaratî de, di 15'ê Sibata 1999'an de bazarek ji bazarên sedsala faşîzma Tirk pêşkêş kir. Bi plana dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin Kurd bi giştî bikin qurban û sûcan û qirkirinên komî li dijî wan pêk bînin.
 
Xetereya nêzîkatiyên neyinî yên dewletên komploger hîna dewam dike. Ev dewlet di înkarkirina hebûna dîrokî, hiqûqî û çandî ya gelê Kurd û têkbirina çand û nirxên exlaqî yên civaka hevgirtî de bi israr in."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk di çarçoveya lihevkirinekê de tê kirin.
 
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hate kirin û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk cezayên giran, tecrîd û îşkenceya dirûnî li dijî Rêbertî li Îmraliyê pêk tîne. Tu girêdana van cezayan bi qanûnên hiqûqî re tune ye. Neqebûlkirina mafê hêviyê û redkirina daxwazên hevdîtinên malbat û parêzeran, her wiha redkirina daxwazên hevdîtinên rêxistinên tenduristî, hiqûqî, sivîl û navneteweyî yên bi Rêber Abdullah Ocalan re kiryarên siyasî yên bi sûc in û li dijî tevahî peymanên mafên mirovan in."
 
TEV-DEM'ê diyar kir ku dewletên komploger şirîkên siyaseta tecrîdê ne û got: "Armanca vê siyasetê ew e ku nêrînên stratejîk ên siyasî yên Rêber Apo ji pêşketinên siyasî yên qonaxên berê û yên pêş de dûr bixin ji bo bandora wê li îradeya gelên berxwedêr ên têkoşerên azadiyê nemîne. Her wiha ji bo ev dewlet li hemberî siyasetên faşîzma Tirk ên li ser îradeya Rêber Apo yê gotibû 'Hefteyekê bidin ez ê hemû pirsgirêkan çareser bikim' bê helwest bimînin. Ya guncav ew e ku ev dewlet daxuyaniyên Rêbertî cidî bigirin û li formeke hevbeş bigerin da ku bighêjin çareseriyên aştiyane û demokratîk ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de behsa berxwedana Rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de hate kirin û bi berxwedana bêhempa hat binavkirin. Hate gotin: "Bi vê berxwedanê û bi tevlêbûna bi hezaran girtiyên siyasî û bi deh mîlyonan kes li cîhanê ya hemleyên li dijî siyasetên tecrîdkirinê komplo vala hat derxistin.
 
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: "Felsefeya neteweya demokratîk xwe dispêre rihê felsefeya Jin, Jiyan Azadî ku ji tevahî jinên cîhanê re bûye sembol. Ev yek dide nîşandan ku proje ya herî guncav û serkeftî ji hemû pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye. Rêber Abdullah Ocalan navenda bingehîn û siyasî ya girîng a çareserkirina hemû pirsgirêkên li herêmê, bi taybet ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye."
 
TEV-DEM'ê bang li hemû hêzên siyasî, neteweyî yên Kurdistanê, Ereb û Suryan û rêxistinên civaka sivîl û tevahî beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo parastina nirxên Rêber Ocalan têkoşer û berxwedanê geş bikin û got: "Em îsal bikin sala hilweşandina faşîzma tarî û bidawîkirina tecrîda bisûc. Em îsal bikin destpêka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û tevahî azadxwaz, demokrat û tevahî tevgerên şoreşgerî yên cîhanê dikin ku çalakiyên demokratîk ên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rêxistin bikin, ji bo bidawîkirina vê komployê kar bikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedî bandoreke xurt e. Rêber Ocalan ne tenê ji Kurdan re,  lê ji tevahî gel û pêkhateyên ku azadiya xwe di azadkirina Rêber Ocalan de dibînin, sembola azadiyê ye."